Banê / Rejîma Îranê kolberekî Kurd qetil kir
21 adar 2025 16:47
PeyamaKurd – Çekdarên Rejîma Îranê li navçeya Sorkêwê ya bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd qetil kir.
Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku çekdarên rejîma Îranê duh (20.03.2025) li sînorê navçeya Sorkêwê ya bi ser bajarê Banê ve yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberê ciwan ê bi navê Sîna Rustempûr, kir hedef.
Hat ragihandin ku ew kolberê ciwan ji sînga xwe ve bû hedef û canê xwe ji dest da.
Hengawê diyar kir ku Sîna Rustempûr zewicî û bavê zarokekî bû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Bane | Rejîma Îranê kolberekî Kurd birîndar kir
08 adr 2025
Jiyan
Rejîma Îranê melayekî Kurd îdam kir yek jî desteser kir
01 gln 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin