Bane | Rejîma Îranê kolberekî Kurd birîndar kir
08 adar 2025 10:41
PeyamaKurd – Rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî Kurd kir hedefa rasterast û ew birîndar kir.
Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku duh, (07.03.2025) çekdarên rejîma Îranê, li gundê Berdereşê yê bi ser Banêya Rojhilatê Kurdistanê ve, kolberê Kurd Ehmed Kerîmzade (36) kiriye hedefa rasterast û ew ji her du lingên wî ve birîndar kiriye.
Çavkaniyên Hengawê diyar kirine ku piştî ku nexweşxaneyên li Banê nekarîne birînên kolberê Kurd Ehmed Kerîmzade derman bikin, ew veguhastine yên li bajarê Sinê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Banê / Rejîma Îranê kolberekî Kurd qetil kir
21 adr 2025
Jiyan
Rejîma Îranê melayekî Kurd îdam kir yek jî desteser kir
01 gln 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin