Serokê Giştî yê PSKê Bozyel: Çareserî ne entegrasyon e, lê federasyon e
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, got ku pirsgirêka kurd bi PKKê dest pê nekiriye û di bingeha xwe de meseleya coxrafya û statuyê ye. Bozyel da zanîn ku polîtîkayên entegrasyonê dê çareseriyekê neyne û diyar kir ku çareseriyeke mayînde di modeleke federal de ye ku tê de statuya siyasî ya kurdan were naskirin.
RûpelNews - Derbarê geşedanên pêvajoya çareseriyê, ku careke din li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê nîqaşkirin, Bozyel bersiva pirsên nûçegihanê RûpelNewsê Hasan Kosen da. Bozyel dibêje, pênasekirina ‘Tirkiyeya bê Teror’ şaş e û bi vê yekê tê gotin ku li Tirkiyeyê meseleya kurd nîne, meseleya demokrasiyê nîne, meseleya ‘terorê’ heye.
Bozyel got, Tirkiye dixwaze meseleya kurd jî wekî meseleyeke krîmînal nîşanî civakê bide lê ev nabe çareserî.
H.Kosen: We jî bi salan digot ku ji bo çareserkirina meseleya kurd lazim e di despêkê de çek werin bêdengkirin. Niha pêvajoya bêdengkirina çekan dest pê kiriye. Gelo hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin?
B. Bozyel: Pêvajoya ku niha li Tirkiyeyê dest pê kir ji ber şert û merc û guherînên li Rojhilata Navîn dest pê kir. Ne ji ber safîkirina meseleya kurd û an jî meseleyên navxweyî û an jî demokratîkbûna Tirkiyeyê. Ev destpêk bi xwe rengê xwe dide vê pêvajoyê. Yanî Tirkiye di guhertinên li Rojhilata Navîn de dixwaze ewlehiya navxweyî saxlem bike. Ev mesele jî ji bo ewlehiya xwe anîn rojevê. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ev mesele wekî meseleya ‘Tirkiyeya bê Teror’ pênase kirin. Heta îro jî ji devê wa behsa meseleya kurd, safîkirina meseleya kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê gotinek derneketiye.
Ev mesele li ser wê nêzîkatiyê dimeşe. Heta niha tenê li Parlamentoyê komîsyonek hatiye avakirin û gelek hevdîtin pêk hatin. Lêbelê wekî din ti gav nehatine avêtin. Helbet ev meseleya yasayê jî dê rewşê hineke din zelaltir bike. Di despêkê de pênasekirina meseleyê ji aliyê dewletê ve şaş e. Ango dibêjin li Tirkiyeyê meseleya kurd tune ye, meseleya demokrasiyê tune ye, meseleya ‘terorê’ heye. Peyva ‘teror’ peyveke krîmînal e. Dema ku Tirkiyeyê vê meseleyê wekî ‘Tirkiyeya bê Teror’ pênase dike dixwaze meseleya kurd jî wekî meseleyeke krîmînal nîşanî civakê bike. Ev problem e.
“Meseleya kurd ne meseleya PKKê ye”
H.Kosen: Li gorî we diviyabû çawa dest pê bikira, çawa bihata pênasekirin?
B. Bozyel: Îro ji sedê 90ê sedemên pirsgirêkên li Tirkiye, Surîye û Îranê çaresernekirina meseleya kurd e. Yanî meseleya kurd ne meseleya terorê ye, ne meseleya PKKê ye û ne jî meseleya rêxistineke din e jî. Meseleyeke 100 salî ye, meseleyeke nasnameya miletê kurd e, meseleyeke mafên neteweyî ye. Mesele zilm û neheqiya ku bi sedsalan e li miletê kurd tê kirin e. Yanî heger ev mesele wisa bê pênasekirin dikarin encamên wê jî bînin ser maseyî. Yanî çima şer û pevçûn derket, çima evqas kes hatin kuştin, çima PKK derket serê çiya? Ji ber vê yekê lazime di destpêkê de mesele rast bê pênasekirin. Meseleya kurd li parçeyên din jî bi ev re girêdayî ye.
Yanî Tirkiye bixwaze meseleyê safî bike divê meseleyê giştî binirxîne. Di destpêkê de mesele şaş bê pênasekirin wê demê dibêje PKK hereketeke terorî ye, bila çekên xwe danin û werin xwe biavêjin ber bextê dewletê. Ev rê ne meseleya kurd, ne meseleya çekan û ne jî meseleya kurd çareser nake. Yasayn ku niha têne behskirin jî baweriyê nade ku dê ji meseleya bernana çekan re jî bibe derman. Ev helwest PKKê ji meseleya kurd safî bike, ji berk ku meseleyê wekî meseleya terorê dibîne. Wê demê eleqeya vê nêzîkatiyê bi meseleya kurd, bi demokratîkbûnê û beşdariya siyaset jî dibire. Yanî dê yê serê çiyayan werin li Tirkiyeyê çi bikin? Yanî hê jî yên di girtîgehan de nehatine berdan.
Selahattîn û hevalên wî hîn nehatine berdan. Hê jî yên li Ewropayê nikarin werin Tirkiyeyê. Ma yên derve dê çawa werin û biçin girtîgehê? Di heman demê de dixwazin ku yên ji serê çiyayan vegerin jî bêne bêrûmetkirin. Heta dixwazin ku yasaya poşmaniyê li ser wan ferz bikin. Ev nêzîkatî meseleyê zehmettir dike. Ji ber vê yekê ev ne siyaseta çarserkirina meseleyê ye. Ev ne meseleya çekdanîna PKKê ye.
“Sedema pirsgirêkên Tirkiyeyê çaresernekirina meseleya kurd e”
H.Kosen: Dewletê bi salan hebûna şerê çekdarî wekî astengiyekê li pêşiya çareseriya meseleya kurd dinirxand. Piştî ku çek ji holê rabûn dê Tirkiye polîkaya xwe ya heta niha biguherîne gelo?
B.Bozyel: Bi ya min ev rêya ku niha siyaseta Tirkiyeyê dimeşîne ne rêya çareseriyê ye; rêya dirêjkirina vê meseleyê ye. Rewşa ku niha Tirkiye têde ye diyar e; Tirkiye ji aliyê aborî, siyasî, dîplomasiyê û derûnî ve têk çûye. Tirkiye ji her aliyê xwe ve dirize û dinya alem jî dizane ku sebebê vê yek nesafîkirina meseleya kurd e. Her kes dizane ku sebebê vê yekê nebûna demokrasiyê ye, çaresernekirina meseleya kurd û tunebûna mafên mirovan e. Ev siyaseta ku heta niha Tirkiye meşandî bi xwe re otorîterbûna Tirkiyeyê jî bi xwe re anî. Heta niha PKKê gelek gav jî avêtine.
30 endamên PKKê wekî sembolîk çekên xwe şewitandin. Lê belê hê jî li Tirkiyeyê ji bo safîkirina meseleya kurd îradeyeke tune ye. Em ne di wê baweriyê de ne ku di 6 mehan an jî salekê de meseleya kurd safî bike. Lê dema ku bernameyek hebe di demeke maqûl de mesele tê safîkirin. Ew jî bi amadekirina zemînê dest pê dike. Yanî rêya siyasetê vebe û kurd bikaribin xwe bi awayeke azad îfade bikin, bikaribin bi navên kurd û Kurdistanê partiyan ava bikn, rêxistinan ava bikin, bê tirs û bê ceza bikaribin siyasetê bikin û zemîna vê yekê hebe û zindanî bêne berdan da ku bawerî çêbibe wê demê dê mesele bê çareserkirin.
Dema ku yên serê çiyayan bawer bikin dema vegerin dê bikaribin karên siyasî bikin û karên xwe yên rojane bikin dê vegerin lê belê bawerî nebe tu kes ji serê çiyayan venagere zindanan.
“Tirkiye nexwest ku kurd sûdê ji guherînên li Rojhilata Navîn bigirin”
H.Kosen: Rêveberên Tirkiyeyê û yên Tevgera Kurd gelek caran behsa konjonktura niha dikin. Behsa rewşa niha ya Rojhilata Navîn dikin û meseleyê tînin ser Tirkiyeyê. Heger nêzîkatiya Tirkiyeyê wisa be di vê konjonkturê de Tirkiye dê heta kengê vê nêzîkatiya xwe berdewam bike?
B. Bozyel: Li Rojhilata Navîn gelek guhertinên bilezûbez û demkî diqewimin. Di 7ê Cotmeha 2023an de dema ku Hemasê êrişî Îsraîlê kir û ew guhertinên ku li pey xwe anîn û bûn sedema têkçûyîna rejîma Esed. Hamasm derbeyeke mezin xwar. Hizbullahê derbeke mezin xwar, Îranê ji Rojhilata Navîn paş ve kişiya. Tirkiyeyê ev pêvajo ji van tirsan da destpêkirin.
Ango Tirkiye got ku, ji bo kurdan fersendek çêbûye û hêj ku kurdan ji vê rewşê sûd wernegirtine û ev pêla guhertinê neyê Tirkiyeyê divê pêşiyê lê bigerin. Paşê me dît ku di meseleya Sûrî û Rojava de Tirkiye bi ser ket. Tirkiye, bi piştgiriya Amerîka, Îsraîl û Fransayê 10ê Kanûnê li Parîsê li ser wê yekê li hev kirin ku li Sûriyê pêşiya Tirkiyeyê bê vekirin.
Û Tirkiye mudaxaleyî Rojava kir û destkeftiyên kurdan li wir têk çûn. Niha jî Tirkiye dixwaze mudaxaleyî Rojhilat bike. Li gorî daxûyaniyan Trump û Erdogan siyaseta xwe ya Rojhilat jî guhertiye. Tirkiye mudaxaleyî Başûr jî dike. Lê ev demkî ye. Tirkiye bi serkeftina xwe bawer dike û ev pêvajo sist kiriye. Li gorî baweriya Tirkiyeyê detsê wê xurt e û hewceyî gavên pêşvetir nake. Lê ev nêrîneke ne rast e ji ber ku guhertin zû çêdibin. Em nizanin dê sibe li Sûriyê çi bibe.
Ev rêveberiya HTŞê dê bikaribe heta kengê li ser Sûriyê hikûm bike em nizanin. Ti garantiya vê nîne. Piştî şeş meh din dê rewşa îranê çawa be, nayê zanîn. Tirkiye niha hesabên konjonktura demkî dike. Dibe ku her gav rewş biguhere. Dibe ku ev rewşa ku niha Tirkiye li gorî berjewediyên xwe dibîne dibe ku vegera dijî Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê kesên ku Tirkiye birêve dibin divê ne li ser konjonktura demkî li ser rewşa Rojhilata Navîn ya demdirêj siyasetê bikin di wê çarçoveyê de nêzîkî meseleya kurd bibin.
“Di rojeva dewletê de meseleya kurd nîne”
H.Kosen: Gelo gelê kurd çawa nêzîkî pêvajoya niha dibe, bertek û xwendina wan ya li ser vê pêvajoyê çawa dinirxînin?
B.Bozyel: Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pirgirêkeke jî nebûna îradeya dewletê ya meseleya kurd. Di rojeva dewletê meseleya kurd tune ye. Problemeke din jî siyaset û helwesta Abdullah Ocalan û PKKê di daxûyaniya 27ê Sibatê de zelal bû. Ocalan di wê daxûyaniya xwe de bi kurtî got ku, em kurd statûyê naxwazin, federasyon naxwazin, otonomî naxwazin û heta mafên çandî jî naxwazin. Niha siyaseta Ocalan û PKKê li ser vê peyamê didome. Ev peyam di nava miletê kurd de bûye sebebê nerazîbûneke mezin. Niha serê kurdan tevlihev bûye. Bi mafdarî dipirsin û dibêjin, em çawa hatin vê qonaxê. Piştî şerê 40 salî û evqas bedel û jiyana ewqas mirov çawa dibe ku em statû, federasyon û otonomiyê naxwazin.
Ev niha pirsgirêka herî mezin ya di nava miletê kurd de ye. Kurd di nava şik û gumana de ye û qet baweriyê bi vê pêvajoyê nayne û nizane çi bike jî. Siyaseta PKKê jî siyaseta dewletê jî baweriya nade xelkê. Û heta baweriyê nade aliyên tirk ên demokrat jî. Lê ez bi xwe ev jî pêvaoyeke demkî ye ji bo kurdan. Dê ev dem jî paş de bimîne. Kurd dê bizanin ferqa reş û spî çi ye. Meseleya kurd meseleyeke siyasî, coxrafî û netewî ye. Heta ku kurd nekarin li ser axa xwe Kurdistanê azad bijîn û xwe bi xwe îdare bikin alozî û şer û pevçûn bi dawî nabe.
PKK îro heye sibe tune ye, meseleya kurd ji beriya PKKê jî hebû û PKK tune be jî dê hebe. Bi gotina Ocalan û PKKê milet dest ji mafên xwe yên netewî bernade.
Îro li Rojhilata Navîn de hestên kurdayetî û welatperweriyê di asteke gelek bilind de ne. Me ev hest di êrişên li ser Helebê û bûyerên din de jî dît. Me ev helwest di Kobaniyê de jî dît. Me di dema referansûma serxwebûnê de dît. Hestên kurdayetiyê li pêşiya partiyên siyasî ye. Ez bawer dikim dê gelê kurd li Bakur jî siyaseteke rast ji xwe re peyda bike. Em wekî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê niha di nava wê hewldanê de ne ku bereyeke netewî û Kurdistanî pêk bînin da ku bibe bersiva daxwazên netewe yên miletê kurd.
“Siyasetmedarên DEM Partiyê jî dibêjin xelk ji pêvajoyê nerazî ne”
H.Kosen: Aliyên DEM Partiyê jî van gavan têr û bes nabînin lê belê dibêjin ji bo çareseriyê ev destpêk e. Hûn van daxûyaniyan çawa dinirxînin? Heger ev destpêk be piştî vê yekê daxwazên mafên netewî yên kurdan dê çawa bêne cih?
B.Bozyel: Bi qenaeta min biraderên DEM Partiyê jî bi giştî ji vê pêvajoyê bawer nakin. Lê belê ji ber ku naxwazin rêya xwe û Ocalan ji hev veqetînin jî li ber çav xwedî li pêvajiyê derdikevin. Ew bi xwe jî dibêjin ku xelk ji vê pêvajoyê nerazî ye. Ji ber vê yekê her roj û şev civînan pêk tînin da ku milet qana bikin. Lê belê her tişt ayan beyan e. Ez bi xwe rewşa DEMê jî baş nabînim. Ew jî naxwazin bi eşkereyî nîqaşên di navbera wan de bêne dîtin. Lê DEM jî ji ber vê siyaseta şaş di nava xwe de dikele. Ev hem baweriyê nade miletê kurd hem jî dixwazin ku vê asta kurdayetiy entegereyî sîstema tirkiyeyê bikin.
“Dixwazin kurd bi rêya demokratîk asîmîle bibin”
H.Kosen: Entegrasyon çi ye, entegrasyona demokratîk çi ye? Ferqa wan çi ye? Hûn vê meseleyê çawa dinirxînin? Entegrasyon an jî entegrasyona demokratîk?
B.Bozyel: Wateya peyva engtegrasyonê diyar e. Yanî grubeke piçûk beşdarî grubeke mezin bibe, bibe parçeyeke wê gruba mezin.
Tişta ku PKK û DEM Partî dibêje, heta niha kurd bi darê zorê hatine pişaftin lê ji niha û pê de dê bi dilê xwe werin pişaftin. Yanî dixwazin ku kurd bi rêya demokratîk asîmîle bibin. Di meseleyên netewî de entegrasyon nabe; federasyon dibe. Wateya federasyonê jî şirîkatî ye. Yanî du milet an jî di alî bikaribin şirîkatî bikin. Bikaribin bi hev re dewletekê ava bikin. Ew dixwazin ku naveroka siyaseta şaş veşêrin û xelkê bixapînin. Lê xelk hişyar e û dizane ku ev entegrasyon tê çi maneyê. Heger em bixwazin pratîka entegrasyonê jî bibînin em li Rojava binêrin.
Niha li Rojava siyaseta Tirkiyeyê ya entegasyonê bi cî dibe. Niha stayûya xweser tasfiye dibe û hêzên çekdar tasiye dibin û dibistanên kurdî têne girtin û modela Tirkiyeyê li wê derê hêdî hêdî bi cih dibe. Yanî pratîka entegerasyonê Rojava ye. Dema ku em li Rojava binêrin em ê bizanin ku Tirkiye û Ocalan ji entegrasyonê çi fêm dikin.
