Pompeo, Snahahan û Dunford ji bo Îranê derdikevin pês Kongreya Amerîkayê
PeyamaKurd - Çavkaniyên Kongreya Amerîkayê ragihandin ku karbidestên payabilind yên rêveberiya Trump wê roja Sêşemê derkevin pêş Kongreyê û li ser mijara Îranê agahiyê bidin endamên Civata Senatoran û Civata Nûneran.
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, Wezîrê Berevaniyê Serkar Patrick Shanahan, Serokê Hêzên Hevbeş General Joseph Dunford û nûnerên ji civaka îstixbaratî yên Amerîkî wê di rûniştina taybet de amade bin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû, “Heke Îran şer dixwaze ev dê bi fermî dawiya wê be. Car din Amerîkayê tehdît neke!.”
Herwiha Trump ji televîzyona Fox Newsê re jî gotibû, ew dê nehêlin Îran bibe xwedîyê çekên nukleerî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin