Pompeo bersiva gefên Îranê da: ‘Kustina Suleymanî biryareke bas û rast bû’
PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî doh 4ê Çileyê 2022yan di merasîmeke salvegera kuştina Qasim Suleymanî de, gotibû divê Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Derve yê berê Mike Pompeo bi sedema berpirsiya kuştina Suleymanî werin dadgehkirin û cezakirin û gefa kuştina wan xwaribû.
Mike Pompe di hevpeyvîneke ligel Fox Newsê de bersiva Reîsî da û got, “Îrana ku piştevana herî mezin a terorê ye min û serok Trump wekî tolhildan bi kuştinê tehdîd dike. Pirsgirêkeke rasteqîn a ewlehiyê heye.”
Pompeo di berdewamê de jî diyar kir ku heger ew vegerin ser dema fermana kuştina Suleymanî jî wî dîsa jî di fermana êrîşê de ti guhertin nedikir û got, “Me berevaniya Amerîkayê dikir. Suleymanî di komploya dijî Amerîkayê de xwedî roleke aktîf bû. Ji bo em piştrast bin ku ti amerîkîyek neyê kuştin, me destwerdana leşkerî kir. Ev biryareke baş û rast bû.”
Pompeo herwiha rexne li rêveberiya serokê Amerîka Joe Biden jî girt û daxwaz kir, li hember gefên Îranê ewlehiyê misoger bikin, ji ber ku gefên Îranê têne wê wateyê ku wê sûîqestan bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin