Pompeo belgeya ku 'Îranê li Iraqê çeka kîmyewî bikar anîye' belav kir

11 rêbendan 2021 22:57
Pompeo belgeya ku 'Îranê li Iraqê çeka kîmyewî bikar anîye' belav kir

PeyamaKurd – Wêzîrê Derve yê Amerîkayê di rêveberiya Trump de, Mike Pompeo li ser hesabê xwe yê medya civakî belgeya nepenîbûna wê hatiye rakirin parve kir ku tê de dibêje, Îranê li Iraqê çeka kîmyewî bikar aniye û ew çek jî ji ser Libyayê hatin dabînkirin.

Pompeo li ser hesabê xwe yê Twitterê dosyeya nepen a ku piştrast dike di dema şerê Libya-Çadê (1978-1987) de, Îranê çekên kîmyewî transfer kirine û di Nîsana 1987an de jî di şerê Îran-Iraqê de, gaza xerdelê li nêzîkî bajarê Besrayê bikar aniye belav kir.

Li gorî rapora ku Pompeo parve kiriye, piştî hilweşandina deshilatdariya Qezafî ya Libyayê mermiyên 130 milîmetrî yên bi gaza xerdelê hatine tijekirin hatine dîtin ku çavkaniyan wan Îran bûye.

Herwiha tê gotin ku dema şerê Îran-Iraqê di Nîsana 1987an de, li nêzîkî bajarê Besrayê mermîyên gaza xerdelê yên 130 milîmetrî hatine bikaranîn ku li gorî wan li pişt wê Îran heye.