Kallas: vekişîna Amerîka ji Iraqê bi Îranê ve girêdayî ye
Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ji bo Karûbarên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê Kaja Kallas, got ku pêvajoya vekişîna leşkerên DYAyê ji Iraqê û geşedanên dawî yên li welêt, bi gefên ku ji aliyê Îranê ve tên çêkirin ve girêdayî ne.
RûpelNews - Di axaftina xwe ya ji bo Kurdistan24 re, Kallas tekez kir ku vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê û geşedanên dawî yên li welêt divê ligel Îranê û gefên ku ew li ser Iraqê çêdike, bên nirxandin.
Kallas tekez kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn nikarin bi awayekî îzolekirî bên nirxandin, û destnîşan kir ku divê bûyerên li herêmê bi awayekî berfireh û giştgîr bên şopandin.
Mohleta vekişîna DYAyê 30'ê Îlonê ye
Daxuyaniya Kallas tenê çend roj beriya dawîhatina mîsyona leşkerî ya koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya DYA'yê li Iraqê hat. Hikûmeta Bexdayê ragihandibû ku mîsyona leşkerî ya koalîsyonê li Iraqê dê di 30ê Îlonê de bi dawî bibe û vekişîna hêzên biyanî dê were temamkirin.
Bi vekişîna DYAyê re, tê payîn ku têkiliyên di navbera Iraq û welatên koalîsyonê de derbasî çarçoveyeke dualî ya li ser bingeha hevkariya ewlehî û îstixbaratê bibin.
Di vê navberê de, fikar derbarê valahiya ewlehiyê ya ku dibe ku piştî vekişîna DYAyê çêbibe, nemaze li Herêma Kurdistanê û her weha derbarê êrîşên mûşekî û dronî yên ku ji Îranê tên, hatine anîn ziman.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, her wiha bal kişandibû ser rîskên ji bo parastina hewayî yên ku dê piştî vekişîna hêzên Amerîkî derkevin holê.
