Amerîka di îxracata petrola Kurdistanê de zorê da ser Iraqê: ‘Wê Ira bibe wekî Îranê’

22 sibat 2025 00:22
Amerîka di îxracata petrola Kurdistanê de zorê da ser Iraqê: ‘Wê Ira bibe wekî Îranê’

PeyamaKurd – Rêvebiriya DYAyê ji bo Iraq îznê bide Îxracata petrola Herêma Kurdistanê zorê da ser hukumeta Iraqê. Rêvbiriya DYAyê got ku eger hukumeta Iraqê îzna petrolê nede, wê Iraq jî bi givaşan bibe wekî Îranê. Ragihandina mijarê ji aliyê ajansa Reutersê de hat kirin ku çavkaniyên xwe dibe ser 8 çavkaniyan.

Li gor ravekirina ajansa Reutersê; eger îzna îxracata petrola Kuırdistanê bê dayîn, wê ji îxracata petrola Îranê kêm bibe û ev jî li hesabê Îranê nayê. Hem wê bihayê petrola Kurdistanê ji ya Îranê kêmtir be û ev jî derbeye li aboriya Îranê.

Wezîrê petrolê yê Iraqê roja Duşema borî daxwuyanî dabû û gotibû ku wê îxraca petrola Kurdistanê hefta pêşiya me destpêbike. 2 sale ku Kurdistan ji ber biryarên Iraqê û Dadgeha navdewletî ya Fransayê nikare petrola xwe îxrac bike.

Li ser mijarê ajansa Reutersê bi 8 çavkaniyan re axifiye ku yên Bexda, Washington û Erbîlê ne. Çavkaniyên ji ber hasasiyeta mijarê nexwestine navên xwe bidin gotine ku daxwuyaniya roja Duşemê ya wezîrê petrolê yê Iraqê ji ber zora DYA ye.

Eger tewrê Iraqê weha dewam bike, wê DYA zorê bide ser Iraqê ji ber Îran piraniya pêdiviyên xwe di ser Iraqê de temîn dike. Lewra DYA dixwaze ku Iraq têkiliyên xwe yên zêde ji Îranê bibire.