Fûad Huseyin: Bi Hakan Fidan re li ser îxracata petrola Kurdistanê axifîn
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyin di civîna çapemeniyê de ragihand ku bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan re, li ser îxracata petrola Kurdistane axifîne û got; her weha rêvebiriya DYAyê ya nûh ji bo Iraqê tehdîd nîne.
Wezîr Fûad Huseyin roja 27.01.2025 Duşembê li ser rewşa siyasî ya derve ya Iraqê û babetên di rojevê de axifî. Huseyin got ku bi serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani re li ser ji nûh de îxracata petrola Kurdistanê destpêbike, ji bo bikeve rojeva parlementoyê û qanûn derê û bi wezîrê Tirkiyê Hakan Fidan re, li ser mijara îxracata petrola Kurdistanê axifîne.
Huseyin, li ser rêvebiriya nûh ya DYAyê ragihand ku ew ji bo Iraqê tehdîd nînin û li ser têkiliyên Iraqê û Îranê got:
“Em du cîranên nêzî hevin, raste di navbera me de têkiliyên bazirganî, çandî, dîrokî û civakî hene lê em du welatên cudane. Me berê xwest di pêşdebirina têkiliyên navbera Amerîka û Îranê de rol bistînin.
Ji ber dema di navbera Îran û Amerîka de gengeşe çêdibin, li ser Iraqê bandora neyînî dike. Eger di navbera wan de têkilî û hevdîtinên baş bibin, wê bandora erênî li Iraqê bike û ji bo Iraqê jî dê gengeşe kêmtir bibin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin