Pompeo û Netanyahû gefên Îranê û rewsa Iraqê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu bi pêwendiyeke telefonî rewşa Iraqê guftûgo kirin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser hevdîtina telefonî ragihand, Mike Pompeo pêwendiyeke telefonî bi Benyamin Netanyahu re kiriye û di pêwendiyê de jî rewşa li Iraqê, gefên berdewam yên Îranê li navçeyê hatine guftûgo kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Pompeo niyaza Serokê Amerîka Trump a parastina berjewendiyên Amerîka û hevpeymanên wê ji Netanyahu re ragihand.
Mike Pompeo li twitterê jî got, “Bi Serokwezîrê Îsraîlê re min tekez li ser girîngiya rûbirûbûna hejmûn û gefên Îranê yên xirab li navçeyê kir.”
Pompeo herwiha spasiya piştevaniya Îsraîlê bo jinavbirina terorê kir û got, "Pêwendiyên Îsraîl û Amerîka nayin şikandin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin