Pompeo jî pistgirî da Netanyahû li dij Îranê

02 gulan 2018 02:42
Pompeo jî pistgirî da Netanyahû li dij Îranê

PeyamaKurd - Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê diyar kir ku belgeyên Îsraîlê bi dest xistin nîşan didin êdî şik tune ku Îran di mijara bernameya nukleerê da rastiyê nabêje.

Pompeo piştî îdiayên ku dibêjin 'Îsraîlê delîl bi dest xistine ku Îran li ser bernameyeke veşartî dixebite ku sîlaha nukleerê çêbike' daxuyaniya nivîskî da.

Wezîr Pompeo got, "Ev bi salan e rêveberiya Îranê israr dike ku bernameya wê ya nukleerê aştiya ne ye. Li gor belgeyên ku Îsraîlê ji Îranê bi dest xistin şik nema ku Îran di mijara bernameya nukleerê da rastiyan nabêje."

Pompeo got ku li ser hin belgeyan bi xwe jî xebitî û saziyên eleqedar bi deh hezaran belgeyên Farsî werdigerînin Îngilîzî û analîz dikin. Pompeo bal kişand ku ev xebatan ew ê dewam bikin û îdia kir ku belge rast in.

- "Îranê pêşxistina sîlahên nukleerê û fuzeyan domand"

Pompeo wiha pê da çû:

"Belge nîşan didin ku Îran bi salan e bernameya sîlaha nukleerê didomîne. Îranê pêşxistina sîlahên nukleerê û fuzeyan domand. Îranê arşîveke mezin a atomî ji Ajansa Vejena Atomê ya Navneteweyî (IAEA) veşart. Wextê Îranê hebû ku xebatên nukleerê qebûl bike û dosyeyan bide IAEAyê. Wana israr kir û ji IAEAyê ra derew gotin. Ev jî tê wê meneyê ku peyman li ser niyeta baş nehatiye avakirin. Li ser derewên Îranê hatiye avakirin."

Wezîrê Karên Derva Pompeo got piştî belgeyên ku Îsraîlê bi dest xistin peymana bi Îranê ra çêkiribûn carekê dîsa raçav kirin.

Pompeo got ku di vê mijarê da hetanî 12ê gulanê wext dan Îranê, ew ê di vê mijarê da bi welatên Ewropayê yên ku peyman îmze kirin ra jî hevdîtinan bikin.

Netanyahu der barê bernameya nukleerê da li Tel Avîva paytextê Îsraîlê daxuyanî da û destnîşan kir ku îstixbara Îsraîlê "Der barê bernameya nukleerê ya Îranê da 55 hezar rûpelên veşartî yên di 183 CDyan da" bi dest xistin.