Serokomarê Îranê: Divê Trump û Pompeo bên cezakirin!
PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di axaftina xwe ya salvegera kuştina Qasim Suleymanî de behsa tolhildana wê bûyerê kir û got, divê Serokê Amerîka yê berê Donald Trump û wezîrê derve yê berê Mike Pompeo bên cezakirin.
Îbrahîm Reîsî got, Donald Trump 'dijmin û kujerê sereke' yê Qasim Suleymanî ye û diyar kir, heger Trump neyê cezakirin bê guman gel dê tola Suleymanî hilîne.
Reîsî herwiha got, Qasim Sulêymanî dema ku wek mêvanê fermî yê Serokwezîrê Iraqê li Iraqê bû, hatiye armanckirin û Amerîkayê bi vê kiryara xwe serweriya Iraqê binpê kiriye ku ji ber wê jî divê berpirsên vê êrîşê bên cezakirin.
Fermandarê berê yê Supaya Quds a baskê Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê Qasim Sulêymanî, di 3ê Çileya 2020an de ligel Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî ya Iraqê Ebû Mehdî El-Muhendis, li nêzîkî Balafirgeha Bexdayê ji aliyê droneke Amerîkyê ve hat armanckirin û di êrîşê de tevî herdu kesan bi tevahî 8 kes hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin