Trump: Divê bi Îranê re peymaneka nûh bê çêkirin
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî ku Îranê bi mûşekan li du baregehên Amerîkayê ya Iraq û Kurdistanê xist, cara ewilî bi tîma xwe ya rêvebir re derket ber çapemeniyê û peyamê da. Di bernama “banga bo hetewe” de, Trump got ku divê bi Îranê re peymaneka nûh bê îmzekirin û dinya bêhtir di nav aştiyê de be. Serokê Amerîkayê Trump di mijara êrîşa Îranê de gelek bi hezir tevgeriya û xalên li jêrê bo milletê xwe ragihand:
“- Di êrîşê de çi kesekî Amerîkî zerarê nediye.
- Leşkerên me hemû di ewlehiyê de ne. Tenê di tesîsên me de hinekî xesar çêbûye.
- Îran bi tevgereka ku bo herkesî başe, biryara rawestandinê da û xuya dike ku ji halê êrîşê derketiye.
- Îran di dinyayê de bûye sponsorê terorîzmê û bi sîlihên nukleerî dinya medenî tehdîd dike. Em îzna vêya nadin.
- Bi fermana min artêşa Amerîkayê terorîstê yekem yê dinyayê Qasim Silêmanî ji ortê rakir. Bi rakirina Qasim Silêmanî me peyameka xurt da terorîstan. Bo êrîş bike Amerîkayê, planên nûh çêdikir û me wî da rawestandin. Diviya berê bihata kuştin.
- Êrîşa Îranê piştî îmzekirina peymana nukleerî ya bêaqilane zêdetir bûye.
- Divê bi Îranê re peymaneka nûh bê çêkirin û peyman aştiyane be.
- Dibe ku Îran welatekî mezin be lê piştgiriyê dide şiddetê, nefretê çêdike û heya ev kiryar hebin, di Rojhilata Navîn de aramî û aştî çênabe. Divê Amerîka bersivê bide Îranê. Ez ê îro ji NATO yê bixwazim ku bêhtir gavan bavêje.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin