Pompeo bersiv da Maduro: Em nas nakin, emê bikevin tevgerê…

24 rêbendan 2019 20:18
Pompeo bersiv da Maduro: Em nas nakin, emê bikevin tevgerê…

PeyamaKurd – Piştî ku Serokê opozîsyonê û Serokê Meclîsa Netewî yê Venezuellayê Juan Guaido xwe wekî serokê nû yê Venezuelayê ragihand, Serokê Hilbijartî Nicolas Maduro gef li Amerîkayê xwar û ji bo dîplomatkarên wan terka Venezuelayê bikin 72 saet dem da wan.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser daxuyaniya Maduro axivî û got, "Her çi kes li Venezuelayê jiyana karmendên me bixe xeterê emê li hember wan bikevin tevgerê.”

Pompeo herwiha diyar kir ku ew bawer nakin ti erka Maduro ya qutkirina pêwendiyên ligel Amerîkayê hebe û got, "Amerîka rejîma Maduro wekî hikûmeta reway ya Venezuelayê nas nake. Di vê çarçoveyê de, Amerîka difikire ku ti erka serokê berê Nicolas Maduro nîne pêwendiyên dîplomatîk ên digel Amerîkayê qut bike.”