Îranê hişyarî da Amerîkayê: Heke hûn bikevin xaka me, em ê bi hemû hêza xwe bersivê bidin

22 tîrmeh 2026 12:50

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê General Emîr Hatemî, diyar kir ku eger Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) operasyoneke bejayî li dijî Îranê bide destpêkirin, ew ê bi hemû hêza leşkerî bersivê bidin.

Îranê hişyarî da Amerîkayê: Heke hûn bikevin xaka me, em ê bi hemû hêza xwe bersivê bidin

RûpelNews - Di serdana xwe ya ji bo yekîneyên leşkerî yên li Parêzgeha Îsfahanê de, Hatemî di daxuyaniya xwe de îdia kir ku DYA heta niha hemû şiyanên xwe li dijî Îranê bi kar aniye lê di gihîştina armancên xwe de bi ser neketiye.

Hatemî got, "Eger DYA bi hêzên bejayî bikeve nav axa Îranê, em ê bi hemû derfetên di destê xwe de bersivê bidin."

Hatemî, ku îdia kir hêzên Amerîkayê hewl dan bikevin nav axa Îranê ya li Îsfahanê lê hatine astengkirin, derbarê vê îdiayê de ti hûrgiliyên zêdetir neda.

Hatemî her wiha destnîşan kir ku ew pêşbînî dikin ku Amerîka pabendî peymanên ku bi Îranê re îmze kirine, bibe, û lê zêde kir ku ji ber vê yekê xebatên ji bo xurtkirina şiyana leşkerî yên welêt berdewam dikin.