DYA: Em encama ku Maduro ragihandiye nas nakin

02 tebax 2024 16:23
DYA: Em encama ku Maduro ragihandiye nas nakin

PeyamaKurd - DYAyê ragihand ku di hilbijartinên Venezuelayê de serokê opozisyonê Edmundo Gonzalez bi ser ketiye, lê belê Maduro bi sextekarî encaman guhertiye.

DYAyê diyar kir ku ji ber vê sedemê ew encamên hilbijartinê yên ku Maduro ragihandiye nas nakin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di wê baweriyê de ye ku namzedê opozisyonê Edmundo Gonzalez di hilbijartinên serokatiyê yên ku roja Yekşemê li Venezuelayê hatin kirin de bi ser ketiye.

Wezîrê Derve yê DYAyê Antony Blinken di derbarê mijarê de got ku delîlên bi hêz hene ku Gonzalez zêdetir dengan wergirtiye û di sandoqê de bi ser ketiye.

Lijneya Hilbijartinê ya Neteweyî ya Venezuelayê ragihand ku Serokomar Nicolas Maduro ji sedî 51ê dengan wergirtiye û bi ser ketiye.

Opozisyon jî berovajiyê vê angaşt dike ku di hilbijartinan de sextekarî hatiye kirin û Edmundo Gonzales bi rêjeya ji sedî 73 bi ser ketiye.

DYA û Yekîtiya Ewropayê (YE) bang li hikûmeta Venezuelayê kirin ku daneyên berfireh ên li ser dengan eşkere bike.