YEyê li ser kirîna Grönlandê bersiva Trump da: “Em bazara Grönlandê nakin”

28 rêbendan 2025 03:05
YEyê li ser kirîna Grönlandê bersiva Trump da: “Em bazara Grönlandê nakin”

PeyamaKurd – Çendeyek berê serokê DYAye Donald Trump ragihandibû ku dixwaze Grönlandê bikire. Li ser gotina Trump, nûnera bilind ya karên derve û siyaseta ewlehiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê Kaja Kallas, bersiva Trump da û got ku wê di vê mijarê de ti muzakereyekî nekin.

Kallas, piştî civîna wezîrên karên derve yên welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê ragihand ku di civînê de behsa têkiliyên bi DYAre kirine. Rêvebiriya Trump zimanê bazarkirinê bikatîne û divê YE yê bi heman zimanî bersivê bidê û got:

“Em di mesela Grönlandê de muzakere nakin. Em desteka temamî didin Danîmarka û Grönlandê. Me wezîrê karên derve yê DYAyê Marco Rubio dawet kir civîna wezîrên karên derve ya YEyê û em amadene ku seredana DYAyê jî bikin.”

Kallas li ser rêvebiriya nû ya DYAê got ku divê DYA hêza YE bide ber çav û dewam kir:

“Em di aboriyê de xwurtin. Têkiliyên me yên bi Amerîka re kûr in. Têkiliyên ewlehiyê jî di nav wan de ne. Berjewendiyên Amerîkayê di Ewrûpayê de hene û ew kara me ye jî. Em tenê bendene bê kî çi dibêje. Divê em jî hêza xwe ji bîr nekin.”

Trump, fikra xwe ya ku divê Grönland di bin kontrola DYA de be, dubare kiribû û gotibû mulkiyeta girava Grönlandê teqeze ku pêwiste bigihê DYAyê.