Polîsê li Batmanê dixebite li ber çavê jin û zarokên dijminê xwe ew kust
PeyamaKurd – Polîs R.K.yê ku li Batmanê dixebitî li bajarê xwe Kirşehîra ku bi destûr çûyê, dijminê xwe Serhat Aydemîr bi 7 guleyan li ber çavê hevjîn û 2 zarokên wî qetil kir. R.K., piştî cînayetê telefonî hevalên xwe kir û got, "Min kesek kuşt, ez dixwazim teslîm bibim."
Bûyer di derdora seat 19.30an de li avahiya Emre ya li ser kolana 56emîn a Taxa Medrese ya navenda bajêr pêk hat. Polîs R.K.yê ku li Batmanê dixebitî, destûr girt û ji bo bi Serhat Aydemîrê ku di navbera wî de neyartiya wî hebû re hevdîtinê pêk bîne, destûr girt û çû Kirşehîrê.
Hat îdiakirin ku R.K hat mala Serhat Aydemîr zengil lêxist û got, "Polîs derî veke." R.K. Li ser vê yekê Aydemîrê ku derî vekir, li ber çavê hevjîn û zarokên wî 7 caran gulebaran kir. Dema Aydemîr di nava xwînê de ket erdê, yên li malê ji tirs û xofê qîriyan.
Piştî bûyerê R.K bi telefonê li hevalên xwe geriyaye û bi xwe gotiye, “Min kesek kuşt, ez dixwazim teslîm bibim”. Li ser vê yekê ekîbên polîs û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Di kontrola midûrê tenduristiyê de hat tespîtkirin ku Aydemîr miriye. Cenazeyê Aydemîr ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kirşehîrê.
Gumanbarê kuştinê R.K. ji aliyê hevalên xwe ve hat desteserkirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin