Polîsê Îranê lêpirsîn li 20 zarokên kurd kir
Hengawê ragihand ku zarokên di bin temenê 18 saliyê de ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî bi 'propagandaya li dijî dewletê' hatine tawanbarkirin û amûrên wan ên elektronîk hatine desteserkirin.
RûpelNews - Hat ragihandin ku herî kêm 20 zarokên kurd li bajarokê Şîno yê li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine gazîkirin û lêpirsîn li wan kirine.
Li gorî raporeke Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, di rojên dawî de zarokên di bin temenê 18 saliyê de ji bo pirsiyarkirinê bi awayekî cuda ji aliyê Yekîneya Çavdêriya Qadên Giştî û îstixbarata polîsan ve hatine gazîkirin.
Hat ragihandin ku zarok ji ber çalakiyên xwe yên li ser medyaya civakî bi "propagandaya li dijî dewletê" hatine tawanbarkirin. Di dema lêpirsînan de, telefonên wan ên destan û amûrên din ên elektronîk hatin desteserkirin.
Bi kefaletê hatin berdan
Zarok piştî lêpirsînê bi kefaletê hatin berdan, lê amûrên wan ên desteserkirî ji wan re nehatin vegerandin. Nasnameyên wan ji ber sedemên ewlehiyê nehatin eşkerekirin.
Hengawê ragihand ku ev kiryar di nav zexta ewlehiyê yên tund de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, beriya salvegera çaremîn a mirina Jîna Emînî di girtinê de, pêk hatine.
