Ûrmiye | Rejîma Îranê, 2 zarokên kurd bi sertê kontrola edlî berda
PeyamaKurd – 2 zarokên kurd ên ji bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê, yên bi navê Rizgar Mewlûdî û Kamyar Îzadî ku 17 salî ne, piştî 13 rojên desteserkirinê bi şertê kontrola edlî ji girtîgeha Ûrmiyeyê hatin berdan.
Li gorî rapora ku gihîştiye ber destên Saziya Mafê Mirov a Hengawê, do, (12.01.2025) Rizgar Mewlûdî û Kamiyar Îzadî ku 17 salî ne in û ji gundê “Sahulan”ê yê Mehabadê ne, bi şertê kontrola edlî û bi aweyekî demkî ji girtîgeha Ûrmiyeyê hatine berdan.
Hengaw tîne bîrê ku ev her du zarok roja Sêşemî berwar (31.12.2024) piştî ji teref îdareya îtale’etê (dîsîplîn) ve hatibûn gazîkirin û sewqî girtîgeha Ûrmiyeyê hatibûn kirin.
Hengaw tekez dike heta niha jî nayê zanîn bê rejîma Îranê bi çi tohmetê ev her 2 zarokên kurd desteser kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin