Li Batmanê agir derket: 2 kes mirin
Li Batmanê di şewata malekê de du kes, yek ji wan jin e, jîyana xwe ji dest dan.
RûpelNews - Li gorî agahiyan, ji ber sedemek nediyar li malekê li taxa Bahçelievler a navenda Batmanê agir derketiye.
Agir zû belav bûye û mal girtiye. Piştî agahdarkirinê tîmên agirkujiyê, polîs û bijîşkî sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîman agir kontrol kirin û vemirandin.
Hat diyarkirin ku du kes, yek ji wan jin e, li cihê bûyerê mirine. Li ser sedema şewatê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
