Plana PKKê ya Basûrê Kurdistanê: Proseya Xendekan a duyem û...

03 tîrmeh 2019 01:10
Plana PKKê ya Basûrê Kurdistanê: Proseya Xendekan a duyem û...

PeyamaKurd - Di van demên dawî de, medya PKKê êrîşên xwe yên ser PDK û Barzaniyan dîsa zêde kirine. Di bingeha wan nûçeyan de jî li gorî nêrîna PKKê hevkarî û danûstandinên PDKê yên bi Tirkiyê re têne kirin in. Wekî tê zanîn rêxistiniya PKKê di nav xwe de, hatiye dabeşkirin û êdî nikare ti siyaseteke rasteqîn biafirîne. Ji ber operasyonên Tirkiyê yên bi hinceta hebûna PKKê li ser herêma Kurdistanê têne kirin û ziyanê digihînin sivîlan û têkiliyên dewletî yên ligel Tirkiyê, PDKê dabû xuyakirin ku pêwîst e PKK dawî li çalakiyên xwe werîne.

Niha jî di nûçeyeke medya nêzîkî PKKê de tê gotin, “Hêzên asayîşê yên girêdayî PDKê ji bo xelkên gundên dorûbera Zaxoyê yên Keşan, Zoma Kanî Delê, Şundî, Riwise, Zoma û Siyara Sitewrê gundên xwe bihêlin û biçin mohlet daye şêniyên wan deveran ku ew jî çêkirina zemînekî bo dagirkeriya Tirkiyê ye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, çend roj berê PKK û alîgirên wê îdiayên ku PDKê hinek herêm radestî Tirkiyê kirine belav kiribûn, lê behsa navê wan herêman û bûyerên li wan deran diqewimin nekiribûn. Ew herêmên behsa wan tê kirin jî deverên ki heyama Sedam Husên de PKK lê hatiye bicihkirin bûn. Dîsa ji 4 hezar gundên ku dema Sedam hatibûn şewitandin, 3 hezar 800 ji wan ji nû ve hatin radestkirin, lê 200 gundên mayî jî ji ber ku PKK li wan bicih bûye, hîn jî nehatina avadankirin.

Gotinek heye dibêjin; “Li cihê belge hebe pêxember jî deng nake, li cihê belge nebe jî cahil çavsorî dibin.”

Êdî gelê Kurd hînî nûçeyên bi vî awayî yên PKKê û operasyonên ser feraseta mirovan bûye ku wekî berê qebûl nake û têgihîştî ye. Madem dibêjin, PDK zemîna vê yekê çêdike, çima PKK daxuyaniyeke fermî nade? Çima ti belgeyeke wan li holê nîne?

Wekî tê zanîn PKKê çend roj berê li Başûrê Kurdistanê bi navê ‘Hêza Parastina Cewherî’ pêkhateyeke leşkerî ava kir ku ew hêz ji zarok û ciwanan pêk tê. Gelo çima medya PKKê di vê mijarê de tiştekî nabêje? Qey ji bo ku meaş distînin yan jî nikarin wan tiştên ku dizanin bînin ziman? Yan jî xwediyê wê kevneşopê ne ku bi her karên xwe yên qirêj Barzaniyan tawanbar bikin?

(Têbinî: Di navbera Neteweyên Yekbûyî û Hêzên Sûriya Demokratîk de rêkeftineke fermî hat îmzekirin ku dê êdî di nav ti rêxistineke HSDê de şervanên zarok neyên bikaranîn.)

 ‘Çima hesab nedan gelê Kurd?’

Di siyasetê de marîfet ne pêkanîna tişta rast e, pêkanîna tişta mimkun e. KDP û malbata Barzanî yek ji beşa herî girîng a Kurdistanî ye ku ji bo dewletbûna Kurdan bedel dane. Lê belê PKKya ku hîn hesabên Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û gelek deverên din nedaye, rabûye bi alîgirên xwe yên wekî mirîdan, hişyariya PDKê ya bo ziyanê nedin sivîlan (ew jî nediyar e daxuyaniyek wiha heye yan na) PDKê bi xîyanetê tawanbar dike ku ev jî mirov heyirî dihêle! Ji xwe bi taybet li ser medya civakî û medya Kurdistanê dixwazin, pirsa têkçûna siyaseta xendekan bidin jîbirkirin û xwe bi êrîşên ser aliyên din tetmîn bikin.

‘Derdorên ku qaşo xwe wek piştgirê Barzaniyan nîşan didin…’

Qendîla ku di nav xwe de wekî atomê piç û parî bûye, hema ku derfetê dibîne bi hemleyên wisa rageşî û kaosê çêdike ji bo hebûn û hegemonya xwe bidomîne. Li vir jî valahiyeke girîng jî heye ku ew jî kesayetên dîplomat, rewşenbîr, entelektuel, siyasetmedar û medyakarên qaşo li kêleka PDKê cî distînin in.

Ew derdor PDKê bi çavê ‘dolaran’ dibînin û ziyaneke mezin didin malbata Barzaniyan ku bi sed hezaran di vê oxirê de şehîd dane. Ev derdor ji ber ku mudaxeleyî wan hemleyên berevajîkirina rojevê nakin, dibin pêkhateyên eslî yên zemîna binavkirina Barzaniyan bi xiyaneta ku ew derdorên PKKê bilêv dikin.

Ev kes ji xwe re dibêjin, “Bila tiştek neyê serê me, tenê em îhaleyên xwe, dolarên xwe, jeep û vîlayên xwe bistînin û em xwe tenê wekî piştgirê Barzaniyan û têkoşîna wan a birûmet nîşan bidin besî me ye.”

 ‘Ultîmatoma Amerîkayê û Antî-Barzanîcîtiya PKKê’

Dê were bîra we ku Amerîkayê piştî serkeftina HSDê ya li dijî DAIŞê, ultîmatomek dabû HSDê. Amerîkayê eşkere ji aliyê HSDê re gotibû, “Ji PKKê cuda bibin, ji nû ve xwe saz bikin, hûn wekî Kurd çi dixwazin bêjin.” Amerîkayê bi vî awayî peyameke zelal dabû.

Heger wekî dibêjin, Barzanî xayîn, xiyanetkar û hevkarên neyaran bin, gelo çima bi destûra wan alîkariyên Amerîkayê bi ser deriyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê de tên şandin?

Gelo çima Mesrûr Barzanî di hevdîtina Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ya li serdana Kurdistanê de jê re got, “Em di mijara Rojava de hesas in, em li kêleka gelê Rojava ne.?”

5Yek karê herî baş ku PKK dike stratejiya Antî-Barzanîyan e û mebest jî peydekirina nifşekî dijberên Barzaniyan e.+

Heyf û mixabin! El însaf! El wijdan! El merhamet! PKK û kesên medya PKKê birêve dibin, li hember birayên xwe yên Kurd çawa wisa çavsorî bûne û li hember kiryarên PKKê û bikaranîna zarokên di şer de tên bikaranîn jî bi bêdengiya xwe çiqas ketine bin lingan?