PKKê li Basûrê Kurdistanê hêzeke nû ava kir!
PeyamaKurd – PKK ji bo ku ciwanên Başûrê Kurdistanê bi çek bike û tevlî nava refên xwe bike, bi navê ‘Xweparastina Cemawerî’ hêzeke nû ava kir.
Li gorî nûçeyên medya nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), PKKê li başurê Kurdistanê bi nave ‘Hêzên Xweparastina Başûrê Kurdistanê' hêzeke nû ava kir.
Li gorî nûçeya Basnewsê ev hêza girêdayî baskê leşkerî yê PKKê Hêzên Parastina Gel (HPG) jib o ku zarok û ciwanên li Herêma Kurdistanê beşdarî nav hêzên xwe bike damezrandiye.
Serokê Komîsyona Asayîş û Berpirsê Karûbarên Hundir ê Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê Berzan Hamid derbarê mijarê de axivî û ji ber beşdarbûna ciwanên temen-biçûk li nava refên PKKê nîgeraniyên xwe anîn zimên.
Hamid dibêje ne qanûnî ye ku zarokên ji 18 salî biçûktir beşdarî rêxistinekê bibin. Divê dê û bav di vê mijarê de hesas bin.
Hamid herweha got ku malbatên li derdora Silêmaniyê ku zarokên wan beşdarî hêzên PKKê bûne dikarin dozê vekin, “Malbat bi awayekî cidî dikarin vê mijarê bigirin destan. Daxwaza me ji hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku di vê miajrê de bergiriyên destûrî wergire.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin