PDK-Bakur: PKKê bi van êrîsan car din bi me da nîsandan ku ne hêzeke Kurdistanê ye

06 mijdar 2020 20:32
PDK-Bakur: PKKê bi van êrîsan car din bi me da nîsandan ku ne hêzeke Kurdistanê ye

PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê – Bakur (PDK Bakur) li ser êrîşên çekdarên PKK yên bi ser hêzên Pêşmerge de li nehiyeya Çemankê ya Duhokê daxuyaniyek belav kir.

PDK-Bakur di daxuyaniya xwe de, li ser êrîşên PKKê da zanîn, êrîşên PKKê dijminane ne û divê PKKê dev ji êrîşên xwe yên dijminane berde û rêzê li serweriya yasayî ya Herêma Kurdistanê bigire.

PDK Bakur destnîşan kir ku PKKê bi van êrêşên xwe careke din selimandiye ku ew ne hêzeke Kurdistanê ye.

Daxuyaniya PDK Bakur wiha ye:

“PKK demek dirêje gefên xwe yê tundûtujî li dijî herêma Başûrê Kurdistanê di vî çend rojî de gihenda asta çalakî yê. Di van êrişan de ji bilî birîndaran, Peşmerge Hêriş Cewher jî şehîd bû. Çalakiyê wan berdewamkir li dijî bingehê berhemînana petrolê kû girîngtirîn dahata Hereme Kurdistanê ye.

PKK bi van êrişan cardî bi me da nîşandan kû ne hêzeke Kurdistanê ye. Êrişkirina axa fermî û azad tenê di berjewendiyê dijmin de ye. Mercê biryara bicîh bûn û hareketa hêzên fermî yê Kurdistanê bide ne PKK ye. Êrişa wan bi vê bahaneyê jî wan heq dernaxe û piştevanî nabîne.

PKK li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiya xebatê xwe bi dawî aniye. Li beramber vê jî hêzê devleta Tirk, Başûrê Kurdistanê kirine meydana şer. Dewleta dagirkera Tirk bi bahaneya hebûna PKK êrişî Başurê Kurdistanê dike û hebûna xweya li Başur xurttir dike. Partiyeke kû ji bilî demokrat kirina devleta Tirk çi aydiyayekê wê nebe, bi çek li çiyayê Rewandiz û Amediyê bi çi mebestê dimîne? Hêj bersiva vê nehatiye dayîn.

Li ser vî esasî pêwîste PKK hebûna xwe ya li Başûr bi dawî bîne. Li ser bingehê armancê xwe yê politik tevbigere. Bigehe rastiyê kû cihê xebat û hebûna wa ne Başûrê Kurdistan e.

Patiya me PDK-BAKUR bi bîr tîne kû; şehîd kirina hêzen KRGyê û êrişên berhemên aborî re PKK wê nikare hêz veguhêzîne. Bang li wan dikin dev ji êrişên li ser xelkê Kurdistanê û destkeftê wan berdin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, çekdarên PKKê 4ê Mijdara 2020an, li Çemankê ya Amediyê ya Duhokê mayîn bi wesayîta hêzên Pêşmerge de teqandin û piştre jî ew gulebaran kirin. Di encama wê êrîşê de Pêşmergeyek şehîd bû û 2 Pêşmerge jî birîndar bûbûn. PKKê piştrast kir ku hêzên wan li sînorê bajarokê Çemankê ya Başûrê Kurdistanê, 2 mayîn bi Hammarên Pêşmerge ve teqandine.

Herwiha li heman devera Çemankê doh û pêr dîsa çekdarên PKKê êrîş birin ser polîsên parastina gaz û petrolê ku beriya wê jî boriya neftê ya navbera sînorên Başûr û Bakur teqandibûn û rojane 10 milyon zirar dabûn xelkê Herêma Kurdistanê.