Le Drian: Bi êrîsan rews ket xeterê, divê YPG bêje, ji PKKê cuda ne
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian, berîya ku dest bi hevdîtinên li Bexdayê bike ji kanala BFM TV re axivî û got, ew dê di danûstandinên xwe yên Iraqê de mijara DAIŞîyên di destê HSDê de gotûbêj bike û ji ber ku metirsiyeke mezin a 10 hezar girtiyên DAIŞê heye, ew dê bi hemû aktorên Iraqê û herêmê re biaxive.
Le Drian li ser pirsa têkiliya YPG û PKKê jî gotiye, “Divê YPG xwe ji PKKê cuda bike û vê bîne ziman. Ezê li Iraqê bi Kurdan re jî hevdîtinan bikim. Divê peyama nasnameya Kurd li Sûriyê eşkere bê dayîn.”
Wezîrê Fransî bal kişand ser êrîşên Tirkiyê û got ku rewşa Sûriyê gihîştiye asteke xeter û metirsiya zindîbûna DAIŞê zêde bûye.
Wî herwiha da zanîn, "Me tim hizir dikir ku DAIŞ bi temanî têk çûye. Lê ev ne rast e. Ewlekariya me di xeterê de ye. Ev êrîş ji bo DAIŞê tê maneya vekirina deriyan. Her dema ku derfetê bibînin amade ne şer bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin