Sêx Cafer: PKK bihaneya êrîsan dide Tirkiyê, divê rewsa Kurdistanê li ber çavan bigire
PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Yekîneyên 70 yên Hêza Pêşmerge Şêx Cafer Mustefa ragihand, hêzên PKKê yasa û rênimayên Herêma Kurdistanê li ber çavan nagire û bihaneyê dide Tirkiyê ku êrîşî navçeyên sînorî bike.
Şêx Cafer Mustefa ku ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo postê Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê hatiye destnîşankirin, derbarê tometên PKKê ji PDK û YNKê re ku hevkariya Tirkiyê dikin axivî û got: “Em êdî ne li çiya ne. Em xwedî Hikûmet, Parlemanto, qewareya siyasî û serokatiya Herêmê ne û divê di vê çarçovê de serederiyê bikin. Em van tometan red dikin.”
Şêx Cafer got: “Hêzên PKKê jiyana gundiyên navçeyên sînorî li ber çavan nagire û bihaneyê dide artêşa Tirkiyê navçeyên sînorî bike û bi sedan xelk jî koçber bibin.”
Derbarê pêkanîna kabîneya nû de jî Şêx Cafer Mustefa diyar kir, YNKê kandîdên xwe yekalî kirine û C.Vyên wan dane raspardeyê bi pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî.
Derbarê pirsa Kerkûkê de jî Şêx Cafer da zanîn: “PDK û YNK bi hev re Kerkûkê birêve dibin û hewl didin yekrêzî yekîtî ji bajarê Kerkûkê re vegere.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin