Armanca PKKê bi damezirandina hêzeke nû li Basûrê Kurdistanê çi ye?

29 hezîran 2019 18:03
Armanca PKKê bi damezirandina hêzeke nû li Basûrê Kurdistanê çi ye?

PeyamaKurd – Di medya nêzîkî PKKê de nûçe derketin ku, PKK ji bo ku ciwanên Başûrê Kurdistanê bi çek bike û tevlî nava refên xwe bike, bi navê ‘Hêzên Xweparastina Cemawerî’ hêzeke nû ava kiriye.

Li gorî nûçeyan, ev hêza ku girêdayî baskê leşkerî yê PKKê Hêzên Parastina Gel (HPG) ye ji bo ku zarok û ciwanên li Herêma Kurdistanê beşdarî nav hêzên xwe bike damezirandiye. Hêj ne diyar e bê ev hêza navborî wê di pratîkê de çi bike lê li holê hegemonyayeke PKKê heye ku dibêje ‘me kir û çêbû’.

‘DÎSA ARMANC PDK Û BINEMALA BARZANÎ YE’

Ev hêz, kengî û li kû hat avakrin? Kî ava kir? Ji kî û kê pêk tê? Di merhaleyê dawiyê de PKKê kir ku artêşa Tirkiyê bikeve Başurê Kurdistanê. PKKya ku li Başûrê Kurdistanê gelek sengerên xwe ji dest dane, dixwaze berpirsyariyên xwe têxe stûyê PDKê û li hemberî rayagiştî ya kurdî bi awayekî polîtîk xwe tetmîn bike.

Wekî bibîr were, PKK û layengirên wê, îdiaya ku PDKê ew e ku hinek herêm xistine bin destê Tirkan lê eşkere nekir bê ew herêm kîjan herêm in û li wan herêman çi qewimiye. Helbûkî divê bête zanîn ku PKKê di dema Sedam Hisên de li van deverên ku tê gotin bi cî bûye.

Herçiqasî PDKê were tawanbarkirin jî, ji bo ku bi PKKê re birakujiyek dernekeve hesas tevgeriyaye û rûdanên ku diqewimin zêde berbelav nekirine.

Li vir xaleke din a balkêş heye ku PKKya ku di bin her kevirî de li PDKê digere duh bi Yalçin Kuçuk û Dogu Perinçek re û niha jî bi Dr. Kemal Ozcan hewil dide hemû derbeyên ku PKKê ji YNKê stendine bixe stûyê Binemala Barzaniyan û dikin ku li cem alîgirên xwe fikra ‘Hemû sûnc û tawan a Barzaniyan e’ berbelav bibe.

Ewan ev yek baş tecrube kiriye ku ew berpirsyariya artêşa liv û tevgerên Tirkiyê li dijî Qendîlê jî dixin stûyê Barzaniyan. Hewlbûkî li wan herêman PDKê ne desthilat e û gotina wê derbas nabe. Rêveberiya Qendîlê bi tevahî di destê Îranê û çeteyên îxaneta 16ê Oktoberê de ye. PDK li van herêman ne xurt e.

‘GELO HÊZA KU HATIYE DAMEZIRANDIN HÊZEKE ÇAWA YE Û ARMANCA WÊ ÇI YE?’

Gelo armanca vê hêza nû ku jê re dibêjin ‘Xweparastina Cemawerî’ çi ye û dê li başûrê Kurdistanê çi bike? Bi awayekî eşkere li hole ye ku ev rêxistina ku di nave de kesên ji 18 salî biçûktir jî hene, dê zirarê bide ciwanên kurd.

Ev rêxistin dişibe rêxistina Şasuwar Evdilwahid ya ‘Nifşê Nû’ ku 3-5 salên dawiyê bi PKKê re tevdigere. Hetta PKKê di encama rêkeftina bi Şasuwar re parlementerek şand meclisa Iraqê.

Wekî bibîr were Şasuwar Evdilwahid di Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de ‘Kampanyayê Na’ yê dabû destpêkirin. Evdilwahidê ku tevlî karên qirêj bûbû, şantaj jî li hevkarên xwe kiribû û hetta ji ber şantajê hatibû girtin.

PKK bi kesên wiha bêqerekter re kar dike û hemû karên nebaş dixe stûyê Barzaniyan û bi awayekî profesyonel cila xwe ji avê derdixe. Hêzeke ku ji Yalçin Kuçuk perwerde bûye fişarê li ser koma neteweperwer a di nava PKKê de dike û ji aliyê siyasî ve dixe bin hegemonyaya xwe.

Gelo armanca vê rêxistinê ew e ku Tirkiyê û neyarên din ên Kurdan bikşînin herêmê? Yan gavek bi şûnde dê zemînekê ava bikin û berê çekan bidin Pêşmergeyan? Yan jî ji dixwazin li hember destkeftiyên kurdan li qada navdewletî ambiyanseke din çêkin? Mirov dikare van pirsan zêde bike. Lê divê neyê jibîrkirin ku alîkariyên Amerîkayê bo Rojava di deriyên sînorî yên başûrê Kurdistanê ve derbas dibin. Di bin vê rewşa ku ji nişkê ve derketiye tiştin hene!

Li hemberî van hemû rûdanan, qaşo rojnamevan û şêwirmendên PDKê wekî tiştek tine be tevdigerin, bêdeng dimînin. Ev yek dike ku di nava gel de ev hişmendî belav bibe, ew bi vê bêdengiyê ji vê re xizmetê dikin.