Tirkiye bi hinceta hebûna PKKê gundên Basûrê Kurdistanê bombebaran kir
PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê, dest bi operasyona leşkerî kir. Do şev di wê çaçoveyê de, artêşa Tirkî çend gundên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin û di encamê de zirarên maddî çêbûn.
Li gor agahiyan, li gundê Kêste li devera Berwarî Bala ya ser bi sînorê Amediyê ya parêzgeha Duhokê ve, di derengiya şeva borî de, ji aliye balafirên şer ên artêşa Tirkiyê ve hat bombebarankirin. Di encama bombebaranê de, tu zirarên canî negihîşt niştecihên gund, lê camên hejmarek malan şikestin.
Herwiha, artêşa Tirkiyê şeva borî navçeya Serî Zaran a gundê Xelîfanê yê ser bi nahiyeya Sîdekanê ve jî bombebaran kir. Îro Înê jî balafireke bêbalafirvan a Tirkiyê, gundê Bêrkme yê li devera Sîdekanê bombebaran kir û zirarên maddî çêbûn.
Tirkiye bi hinceta hebûna binke û baregehên PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê, bi berdewamî gund û navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê û bilindahiyên li ser sînor, bombebaran dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin