‘PKK nêzîk nebe Tirkiye li gundên me nade’
PeyamaKurd - Xelkê Çomanê daxwaz ji PKKê dikin ku ji gund û malên wan dûr bikevin û hinceta nexin destê Tirkiyê ku li Başûrê Kurdistanê bide.
Li gorî hevdîtinên KDP.infoyê ligel xelkê devera Çomanê, ew ji danînan xalên PKKê li ser sînor bi gazin in û dibêjin, “PKK nêzîk nebe Tirkiye li gundên me nade.. Bila êdî em aramiyê bibînin.”
Muxlis Taha ku xelkê sînorê Qeserê ye, dibêje: “Jiyana me li ser sînor pir nexweş e û xelkê me di nava tirseke mezin de ne. Malbat koçber bûne û newêrin vegerin. Ji ber PKKê em nikarin derkevin derve ji malê xwe. Em piçekî ji gund derkevin balafirên Tirkiyê tên û li me didin. Rojane ziyaneke mezin dighê rez û bax û zeviyên me. Em daxwaz dikin ew bombebaran û topbarana Tirkiyê raweste û PKK jî xwe ji gund û malên me dûr bike, da ku em jî li ser gundên xwe hest bi aramiyê bikin û karê xwe bikin.”
Welatiyekî din ê wê deverê bi navê Ehmed Mistefa jî diyar dike: “Eger PKK ne li gund û nêzîkî malên me be, ti hiceta Tirkiyê namîne bi lêdana navçeyên me û navçeyên me bombebaran û topbaran nake. Loma jî pêwîst e PKK rewşa me liberçav bigre û eger wê yekê nekin emê neçar bin ku ji gundên xwe bar bikin û berê xwe bidin bajaran. Em daxwaz ji wan dikin ku dest ji me berdin ku em li ser erd û zeviyên xwe kar bikin.”
Rêveberê Nahiyeya Qesrê Şaxewan Husên jî ragihand: “Hejmareke mezin ji xelkê gundên ser sînor ji ber lêdana balafirên Tirkiyê û ji ber hebûna PKK li navçeyên wan, ji gundê xwe bar kirine û rastî derbederiyê bûne. Xelkê wan navçeyan di nava tirseke mezin de dijîn. Xelk bi roj tên ser gundê xwe û bi şev jê derdikevin. Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî û şaxa Hewlêrê ya Heyva Sor a Iraqê jî alîkariyan didin wan kesên ku alîkarî ji wan re pêwêst be.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin