Rubin: Tirkiye aramiya herêmê xerab dike, divê gavekê jî nêzîk nebe
PeyamaKurd - Berpirsê berê yê Pêntagonê û pisporê Rojhilata Navîn Dr. Michael Rubin destnîşan kir ku Tirkiye ewlehiya herêmê xirab dike û wiha got: “Divê Tirkiye gavekê jî nêzî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebe.”

Dr. Michael Rubin
Komxebata navneteweyî ya têkildarî DAIŞê ku Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) li Hola Beylesan a li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo organîze dike, sê roje berdewam dike.
‘DAIŞê BI ALÎKARIYA TIRKIYÊ XWE BIRÊXISTIN KIR’
Bi sedan kesên navdar di komxebatê de hatin cem hev. Di komxebatê de tekildarî kiryarên DAIŞê û amedekirina belgeyan gotar hatin pêşkêşkirin. Yek ji beşdarên komxebata tekildarî DAIŞê berpirsê berê yê Pêntagonê û pisporê Rojhilata Navîn Dr. Michael destnîşan kir ku dewleta herî zêde alikariya DAIŞê kiriye dewleta Tirk e û wiha got: “DAIŞê bi alikariya Tirkiyê xwe bi rêxistin kir. Bê alîkariya dewleta Tirk DAIŞê nikarîbû xwe di nav Sûriyê û Iraqê de bi rêxistin bikirba. Bi hezaran şervanên biyanî beşdarî DAIŞê bûn. Ev kes ji sedî nod bi riya Tirkiyê hatin herêmê. Tirkiyê sûcên gelek mezin pêk aniye.”
‘TIRKIYE ARAMIYA HERÊMÊ XERAB DIKE'
Rubin amaje kir, herêmên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên birêvebirin di nava ewlehiyê de ne û wiha got: “Tirkiye aramiya herêmê xerab dike. Cihên ku wekî Efrîn dagirkiriye terora xwe dide meşandin. Niha Efrîn ne dibin ewlehiyê de ye. Divê Tirkiye santîmekê jî nêzî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebe.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin