Şerê li herêmê aboriya Tirkiyeyê lerizand

04 nîsan 2026 17:23

Tirkiye hewl dide şerê li herêmê bide rawestandin, ji ber ku bandora vî şerî Tirkiye rûbirûyî qeyraneke giran a darayî kiriye.

Şerê li herêmê aboriya Tirkiyeyê lerizand

RûpelNews - Tê pêşbînîkirin ku eger şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê berdewam bike, Tirkiye dê bibe welatê ku herî zêde ziyanê bibîne.

Enflasyon ji sedê 30 derbas kir

Dezgeha Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku di Adara 2026an de enflasyon gihîştiye %30.87. Sedema vê yekê girtina Tengava Hurmuzê û bilindbûna bihayê neftê ye ku gihîştiye 111 dolaran. Tirkiye salane pêdivî bi 360 mîlyon bermîl neft heye û ev bilindbûna bihayê, ziyaneke mezin dide aboriya welat.

Yedekên zêr tên firotin

Banka Navendî ya Tirkiyeyê (TCMB) ji bo parastina bihayê Lîreyê Tirkî, bi qasî 17 mîlyar dolar zêr firot. Serokê Bankê Fatih Karahan diyar kir ku ev pêngav ji bo rêgirtina li ber hilweşîna dravê neteweyî pêwîst e. Li aliyê din, saziyên aborî yên opozîsyonê îdia dikin ku enflasyona rastîn di ser %54 de ye.

Rewşa Stenbolê û aloziyên siyasî

Li Stenbolê enflasyon gihîştiye %37.68 û jiyan ji bo 16 mîlyon welatiyan gelekî giran bûye.

Ev qeyrana aborî ligel aloziyên siyasî kûrtir dibe; opozîsyon ji ber qeyûmkirina 30 şaredariyên CHPê daxwaza hilbijartina pêşwext dike û alîgirên wan li kolanan daxwaza guhertina pergalê dikin.