Trump: Em nêzîk in bi Îranê re li hev bên ku nebe şer didome

16 nîsan 2026 23:21

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Îran qebûl kiriye ku dê nebe xwediyê çekên nukleerî. Gelek nêzîk e ku em bi Îranê re l, hev bikin, eger lihevkirinek çênebe, şer dê bidome."

Trump: Em nêzîk in bi Îranê re li hev bên ku nebe şer didome
Wêne: Reuters

RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê şerê li Îranê de bersiv da pirsên rojnamevanan.

Trump destnîşan kir ku danûstandinên bi Îranê re bi awayekî aktîf û berhemdar didomin, û diyar kir ku îhtimala lihevkirinekê gelek nêzik e.

Trump got, "Danûstandinên rasterast ên bê yên bi Îranê re dibe ku vê dawiya hefteyê pêk werin. Em gelek peymanan bi Îranê re çêdikin, û ez bawer dikim ku di demeke nêz de dê rûdanên pir erênî çêbibin."

"Tahran soz daye ku dê nebe xwediyê çekên kîmyewî"

Trump tekez kir ew bi serokên nû yên Îranê re pir baş li hev dikin û got: "Tahran soz daye ku dê nebe xwedî çekên nukleerî ev yek gelek girîng e û wan ev yek qebûl kiriye bi awayekî pir zelal. Wan herwiha qebûl kiriye ku hemû materyalên nukleerî yên mayî yên di bin erdê de li me vegerînin. Ji ber vê yekê, em li ser gelek mijaran bi Îranê re gihîştine lihevkirinê."

"Eger peyman çênebe, şer dê bidome"

Serokê Amerîkyê di heman demê de gef jî li Îranê xwar: "Eger peyman çênebe, şer dê bidome, serokên nû yên Îranê ji yên berê cuda ne û bêtir meyl dikin ku bigihîjin lihevkirinekê."