Trump: Eger peymana nuklerê çênebe em dê êrîş li Îranê bikin
Donald Trump ragiahnd ku eger li ser nukleerê bi Îranê re peymaneke neyê kirin Amerîka ji nû ve li dijî Îranê dest bi êrîşan bike.
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji New York Times (NYT) re derbarê peymana bi Îranê re axivî.
Trump diyar kir peymana bi Îranê re dê 'derbasbûna bêpere' a di Tengava Hurmuzê re misoger bike û gefeke nû li Îranê xwar: "Eger peymaneke nukleerî ya pêk neyê, ew ê êrîşên li ser Tehranê ji nû ve bidin destpêkirin.
Trump derbarê uranyuma dewlemendkirî de got: "Peymaneke nû dê misoger bike ku Îran nikaribe çekên nukleerî pêş bixe an bi dest bixe. Ev ji ya ku Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama di sala 2015'an de bi Îranê re îmze kiribû baştir e. Em hîn jî li ser mijara rawestandina çalakiyên dewlemendkirina uranyumê yên Îranê ji bo 20 salan danûstandinan dikin, lê ez ê 15 salan jî qebûl bikim. Qabiliyeta Îranê dê bi dewlemendkirina uranyumê ya asta nizm ku 'qet nikare ji bo armancên leşkerî were bikaranîn' were sînordarkirin."
Trumpê beriya peymanê gelek caran îdia kiribû ku Îranê qebûl kiriye ku xwediyê çekên nukleerî nebe.
"Divê Netanyahu spasdarê me be"
Trump destnîşan kir ku peymana bi Îranê re tevî dijberiyên Netanyahu pêk hat û wiha got: "Netanyahu mirovekî pir dijwar e. Rastî bêjim, divê ew ji bo tiştê me kir spasdarê me be. Ji ber ku eger çekek nukleerî ya Îranê hebûya, Îsraîl du saetan jî li ber xwe neda."
