Pizişkîyan ferman da: Muzakare dest pê dikin
Çavkaniyeke nêzî rêveberiya Îranê ragihand, Serokomar Mesûd Pizişkiyan ferman daye ku pêvajoya danûstandinan a bi DYAyê (Amerîka) re were destpêkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Farsê, Pizişkiyan ji aliyên pêwendîdar re ragihandiye ku amadekariyan ji bo vî karî bikin.
Ajansa Nûçeyan a Tasnimê ku bi nêzikbûna xwe ya Supaya Pasdaran tê naskirin jî ragihand ku tê plankirin danûstandin di navbera Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Nûnerê Taybet ê Serokê DYAyê Donald Trump ê ji bo Rojhilata Navîn, Steve Witkoff de birêve biçin. Her çend cih û dema hevdîtinan hîn ne diyar be jî, hat destnîşankirin ku mijara sereke ya van danûstandinan dê tenê li ser "dosyaya nukleerî" be.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin