Fermandarê YPGê: Li nêzîk danûstandinên bi Samê re dest pê dikin
25 rêbendan 2019 15:50
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ji ajansa Reutersê re ragihand ku nameyên girîng ji Şamê gihîştine wan.
Hemo ji Reutersê re diyar kiriye, ji rêveberiya Şamê nameyên girîng gihîştine wan û dê di çend rojên bê de danûstandinên wan ligel rejîma Sûriyê dest pê bikin.
Hemo daxuyakirin ku heta niha danûstandinên wan ên rasterast ligel hikûmeta Sûriyê tune ne, lê Şam ji pêşniyarên wan têgihiştiye.
Sîpan Hemo li ser vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê jî got ku ji ber hîn şerê DAIŞê berdewam e di demeke nêzîk de ew bicih nabe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin