Esîra Cûbûriya ji Samê xwest ku fermandarê Al-Difa Al-Watanî teslîmê wan bike

16 tebax 2023 02:30
Esîra Cûbûriya ji Samê xwest ku fermandarê Al-Difa Al-Watanî teslîmê wan bike

PeyamaKurd – Do, li bajarê Hesîçayê endamên grûba Al-Difa Al-Watani û eşîra Ereb ya bi navê Cûbûrî de şer derketibû. Di şer de grûba Al Watanî ya ku bi ser hêzên artêşa Sûriyê ye, ereba mezinê eşîra Cûbûriya dabûn rawestandin û lê heqaretê kiribûn.

Li ser mijarê serkirdeyên eşîra Cûbûriya ji Şamê re xeberê şandibûn ku heya 19.00 vê êvarê fermandarê Al-Difa Al-Watani Amdulqadir Hamo teslîmî wan bikin.

Hindik mabû ku wextê wan biqede, endamên eşîra Cûbûriya bi çekan daketin kolanan û tehdîdê kirin ku wê bikevin baregeha Al-Difa Al-Watani.

Xeber hat belav kirin ku Hamo terka bajêr kiriye lê paşî hat fêmkirin ku li baregeha xwe ye û bajêr terk nekiriye. Serkirdeyên eşîrê wexta bersivdayîna Şamê dirêjkirin. Lê di vê navberê de ji eşêrê re ji Sour, Tel-Şair, Şedadi, Qana, Hedadiye û Raqayê qewetên destek hatin.

Serpereştên eşîrê li taxa Til Hacerê kon vegirtin. Tê gotin ku hêzên Al-Difa Al-Watani ku bi xwe cerdevanê (cehş) hukumeta Şamê ne bi çekan li qelebalixê xistin û tê gotin ku birîndar hene.

Eşîra Cuburiya dibêje ku fermandar bazirganiya maddeyên hişbir dike û li meydana ewlehiyê labaratûara maddeyên hişbir daniye.