Medyaya Îsraîlî: Bi zexta Amerîkayê danûstandinên Sûriye û Îsraîlê dest pê dikin
Medyaya Îsraîlî ragihand ku piştî rawestaneke çend mehî û cara yekem piştî şerê ligel Îranê, danûstandinên di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Îsraîlê de dê dîsa dest pê bikin.
RûpelNews - Televîzyona Îsraîlî di nûçeyekê de diyar kir ku "Hikûmeta Amerîkayê zextê li Tel Evîv û Şamê dike da ku vegerin ser maseya danûstandinan." Li gorî çavkaniyên agahdar, ev axaftinên rasterast dê bi rêya kanaleke paralel ligel diyaloga niha ya di navbera Tel Evîv û Beyrûtê de werin birêvebirin.
"Armanca Trumpî lewazkirina Hizbullahê ye"
Di nûçeyê de hat gotin ku armanca Serokê Amerîkayê Donald Trump ji vê gavê "Lawazkirina Hizbullah a Lûbnanê ye". Her wiha hat destnîşankirin ku tevî vîna Trump, heta niha ne Serokê Sûriyeyê Ehmed el-Şera (Ahmed al-Sharaa) û ne jî aliyên Îsraîlî û Lûbnanî bi awayekî fermî piştgiriya xwe ji bo vê destpêşxeriya nû diyar nekirine
