Li Kurdistanê 3 şîrketên Çînî dest bi hilberîna otomobilan dikin

03 gulan 2026 15:20

Li gorî agahiyan, sê şîrketên Çînî yên ku di sektora otomobîlan de dixebitin dê di demek nêzîk de li Herêma Kurdistanê dest bi hilberînê bikin.

Li Kurdistanê 3 şîrketên Çînî dest bi hilberîna otomobilan dikin

RûpelNews - Karbidestên Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin ku veberhênanên biyanî li herêmê gihîştine astek berbiçav. Piştîwan Heme Said, Rêveberê Giştî yê Bajar û Herêmên Pîşesaziyê, di nirxandina xwe ya ji K24 re teqez kir ku qanûna veberhênanê rolek girîng di kişandina sermayeya navneteweyî de dilîze.

Heme Said diyar kir ku qebareya veberhênanê ya şîrketên biyanî li seranserê Herêma Kurdistanê gihîştiye 11 milyar dolarî, û ev veberhênan di bin 54 projeyên cûda de têne bicîh kirin.

Karbidest di derbarê sektora otomobîlan de daxuyaniyên girîng da û diyar kir ku daxwaza zêde ya ji bo wesayîtên çêkirî yên Çînê eleqeya şîrketên Çînî ji bo avakirina kargehan li herêmê zêde kiriye. Wî zêde kir ku sê projeyên otomobîlan ên cuda ji hêla hikûmetê ve hatine pêşkêş kirin û pejirandin.

Heme Said destnîşan kir ku pêvajoya destnîşankirina deverên hilberînê yên guncaw ji bo projeyan niha di rê de ye, û ev veberhênan ne tenê dê hewcedariyên herêmê bicîh bînin, lê di heman demê de dê kar biafirînin û dê beşdarî xurtkirina binesaziya aborî bibin.