DNO li Herêma Kurdistanê dest bi hilberîna petrolê dike

17 tebax 2023 14:40
DNO li Herêma Kurdistanê dest bi hilberîna petrolê dike

PeyamaKurd – Şîrketa Norwêcî DNO dîsa dest bi berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê kir.

Şîrketa petrolê ya Norwêcê DNO ragihand, wan careke din dest bi berhemanîna petrolê li kêlgeha petrolê ya Tavkiye ya Herêma Kurdistanê kiriye.

Li gor daxuyaniya ku îro DNO hatiye belavkirin, rêjeya petrola berhemanînê dê ji bo dabînkirina pêwîstiyên navxwe yên Iraq û Herêma Kurdistanê were bikaranîn û li bazarên navxweyî li gorî berê bi bihayekî kêmtir tê firotin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hinek ji hilberîna petrolê li kêlgeha Tavkiye meha borî ji nû ve dest pê kir û bi buhayên kêmtir ji bazara derve ji bo şîrketên herêmî tê firotin." Li kêlgeha Tavkiye rojane nêzîkî 40 hezar bermîl petrol berhem tîne û beşek ji wê jî bi tankeran difroşe şîrketên herêmî.

Rêvebirê DNO Bîjen Rehmanî got: "Her çend ku hêviya berdewamkirina hinartina petrolê bi rêya boriyan nemaye, lê em li rêyên veguhestina petrolê bi tankeran digerin."

Şîrketa petrolê DNO ya Norwêcê piştî navbereke 4 mehan li kêlgeha petrolê ya Tavkiye dîsa dest bi hilberînê kir.