Desteya Mafên Mirovan: Êrîşên dronî binpêkirina serweriya axa Iraq û Kurdistanê ye

17 tebax 2026 13:03

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê êrişa dronî ya serê sibeha îro ya li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir, ku ji sînorên Komara Îslamî ya Îranê ve li ser qezaya Pîrmamê hatibû kirin û nivîsgeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê kiribû armanc.

Desteya Mafên Mirovan: Êrîşên dronî binpêkirina serweriya axa Iraq û Kurdistanê ye

RûpelNews - Di daxuyaniya Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan de hatiye ku saet 12:28 ê serê sibeha îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, êrişeke dronî ya têkderane ji aliyê sînorên Îranê ve li ser nivîsgeha taybet a Serokê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li qezaya Pîrmamê hatibû kirin.

Desteya navborî tekez jî kir ku armancgirtina car bi car a deverên avadena û saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê bi vî rengî binpêkirineke eşkere û xeter e ji bo serweriya axa Iraq û Herêma Kurdistanê. Her wiha da zanîn jî ku biryardan û kirina van kiryaran binpêkirina hemî pîver û peymannameyên navdewletî û bingehên mafên mirovan û jiyana welatiyan e, ku gefeke cidî li ser aramî û tenahiya deverê çê dike.

"Nabe ku Herêma Kurdistanê bibe meydana êrişan"

Di pareke din a wê daxuyaniyê de hat xuyakirin ku tevî ku bi xêr û xweşî ti zirarên canî di encama wê êrişê de çê nebûne jî, lê parastina ewlehî û jiyana welatiyan mafekî bingehîn e û nabe bi ti hincetan axa Herêma Kurdistanê bibe meydana êriş, hevrikî û peyamên leşkerî.

Di dawiya wê daxuyaniyê de, Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan daxwaz ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê û civaka navdewletî kir ku helwesteke ron û cidî hebe ji bo rawestandina van destdirêjî û binpêkirinên berdewam, bizavên cidî bêne kirin ji bo parastina serweriya axê û dabînkirina ewlehî û aramiyê di deverê de.(K24)

Dijeterora Kurdistanê îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyekê de eşkere kir: "Saet 12:28 ê serê sibeha îro, du dronên bombekirî yên Hedîd-110 ji aliyê sînorê welatê Îranê ve bo ser bingeha nivîsgeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li qezaya Pîrmamê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê hatine arastekirin."

Di wê daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi xêr û xweşî di encama van êrişan de ti zirarên canî neketine holê. Dijeterora Kurdistanê tekez jî kir ku ew van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û diyar kir: "Ev destdirêjî bi ti awayî nayên qebûlkirin û berpirsyariya hemî encamên wê dikeve ser milê bikerên wê."