Piştî îstîfaya Mansur Yavaş, 7 şaredarên din jî îstîfa kir

23 îlon 2026 16:27

Piştî ku Şaredarê Şaredariya Mezin a Enqerê Mansur Yavaş ragihand ku wî ji CHPê îstifa kiriye, heft şaredarên navçeyan ên li Enqerê jî ragihandin ku wan jî ji partiyê îstîfa kirine.

Piştî îstîfaya Mansur Yavaş, 7 şaredarên din jî îstîfa kir

RûpelNews - Şaredarê Kalecikê Satilmış Karakoç, , Şaredarê Gudulê Mehmet Doganay, Şaredarê Polatliyê Mursel Yildizkaya, Şaredarê Ayaşê ; Îzzet Demîrcîoglu, Şaredarê Şereflîkoçhîsarê Mustafa Koçak, Şaredarê Elmadagê Adem Bariş Aşkin û Şaredarê Beypazariyê Ozer Kasap ji CHPê îstifa kirine.
Yavaş diyar kir ku wî ji CHPê îstifa kiriye û dê kariyera xwe ya siyasî wek serbixwe bidomîne. Yavaş diyar kir ku ew rast nabîne ku îradeya dengdêran bê paşguh kirin.