Pirtûka li dijî koronayê ya ji bo zarokan bo Kurdî hat wergerandin

16 nîsan 2020 13:01
Pirtûka li dijî koronayê ya ji bo zarokan bo Kurdî hat wergerandin

PeyamaKurd - Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî, pirtûka “Qehremanê min tu yî” ji bo zarokan ku li dijî Kovîd-19 li ber xwe didin wergerî zimanê kurdî kir.

Wek ku tê zanîn korona (Covid-19) bandorê li hemû zarokên dinyayê kiriye. Ji ber vê yekê jî Rêxistina Tendirustî ya Cîhanê (WHO) jî di nav de ji aliyê gelek saziyan ve bo zarokên temên wan ji 6 salî ta 11 salî pirtûkeke çîrokan hatiye amadekirin.

Bi pirtûka  “Qehremanê min tu yî” armanc ew e ku zarok vîrûsa koronayê fêm bikin, qebûl bikin û li hemberî vê vîrûsê li ber xwe bidin. Di amadekirina pirtûkê de ji gelek deverên dinyayê ji paşragihandinên hezar û 700î zêdetir zarok, dê û bav, kesên ku lênêrîna zarokan dikin û ji mamosteyan sûd hatiye wergirtin.

Navê resen ê pirtûkê “My hero is you- how child can fight COVID-19!” ye. Heya niha bi 14 zimanan wergara vê pirtûkê hatiye kirin û xebata wergeran ya bo zimanên din jî didome.

Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî ji îngilîzî bo kurdî (kurmancî) wergera wê kir. Werger ji aliyê yek ji berpirsiyarên Kovara Psychology Kurdî Siyabend Aslan ve hatiye kirin. Kesên dixwazin xwe bigihînin pirtûkê dikarin ji hesabên kovarê Psychology Kurdî pirtûkê daxînin û ji zarokên xwe re bixwînin.