Pirtûka dersê ya Fransî: ‘40 milyon Kurd ji bo serxwebûnê têdikosin’

07 îlon 2020 23:03
Pirtûka dersê ya Fransî: ‘40 milyon Kurd ji bo serxwebûnê têdikosin’

PeyamaKurd – Beriya niha bi demekê li Fransayê ji bo sala xwendinê ya 2020 – 2021an a pola 12 a lîseyan, dîroka Kurd, Kurdistanê û Pêşmerge wekî wane di pirtûkên pewerdehiyê de hat bicihkirin.

Piştî ku nûçeya beşa Kurd û Kurdistanê di asta perwerdeya Fransayê de belav bû, Tirkiyê bi daxuyaniyekê bersive tund li dijî Fransayê dabû û li dijî derketibû.

Naveroka wan pirtûkên dersê jî eşkere bû ku di rûpeleke wê pirtûkê de, waneyeke bi navê “Kurd: Gelekî Bê Welat” heye û tê de tê gotin: Kurd li cîhanê 40 milyon kes in û têkoşînê ji bo destxistina serxwebûnê dikin. Lê welatên ku Kurd lê dijîn, dijayetiya wan dikin.”

Di beşeke din de, tê gotin, “Sedsal Ji Xebatê” û ji sala 1920an dest pê dike û bi rêzbendî behsa bûyerên dîrokî yên bi serê Kurdan de hatine dike, heta digihe referandûma serxwebûnê û dibêje: “Belê, di referanduma serxwebûna Kurdistana Iraqê de bi ser ket”. 

Pênaseya Pêşmerge jî babeteke din a wê beşa pirtûkê ye, tê de peyva Pêşmerge bi vî awayî bo zimanê Fransî ji xwendekaran re hatiye wergerandin: “Pêşmerge: Kesên rûbirûyî mirinê dibin e”.

Herwiha behsa Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) tê kirin û wiha tê gotin: “Îro hejmara wan digine 7 heta 24 hezar şervanan”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser beşa Kurd û Kurdistanê di perwerdeya Fransayê de dibêje: “Di beşa Rojhilata Navîn de gelek ronahî li ser Kurdan hatiye xistin. Eger heye jî pirs di ezmûnên dawiyê salê de bên.”