Bijîşkê Kurd Gazî Zêbarî li Amerîkayê xelateke navdewletî wergirt
Bijîşkê Kurd Dr. Gazî Zêbarî bi helkefta xebatên xwe yên li ser neştergeriya robotîk de ji hêla Saziya Navdewletî ya Nirxandina Neştergeriyê ya Amerîkayê ve di asta navdewletî de hat xelatkirin.
RûpelNews - Saziya Navdewletî ya Nirxandina Neştergeriyê (Surgical Review Corporation - SRC) ya Amerîkayê ragihand, wan bijîşkê Kurd Dr. Gazî Zêbarî xelat kiriye. Ev xelat di warê "neştergeriya robotîk" de ye ku yek ji qadên herî pêşketî yên bijîşkiyê ye, hatiye dayin.
Saziya SRC destnîşan kir, ev rûmet bi hevahengiya ligel Navenda Tenduristiyê ya "Willis-Knighton" hatiye dayin. Di daxuyaniyê de hat gotin, ev xelat encama şarezayiya kûr a Dr. Zêbarî ya di neştergeriya robotîk, pabendbûna wî ya bi pîvanên bilind ên çavdêriya nexweşan û ewlehiya klînîkî de ye.
Dr. Gazî Zêbarî ku bi dehan sal in li Amerîkayê di warê neştergeriya pêşketî de dixebite, di nav saziyên bijîşkî yên Amerîkayê de xwedî pêgeheke bilind e. Ji xeynî serkeftinên xwe yên navdewletî, Zêbarî bi awayekî çalak piştgiriya geşepêdana kerta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê jî dike.
