Kurdistan | Li Barzan pilingekî kêmpeyde hate dîtin
06 berfanbar 2024 21:34
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li nêzîkî gundê Hostanê yê devera Barzan a Hewlêrê pilingekekî ku li seranserê dinyayê tenê bi qasî hezar mane hate dîtin.
Li gorî vîdyoya hatiye belavkirin, ew piling li nêzîkî gundan hatiye dîtin û welatiyekî ji gundê Hostanê dîmena wê tomar kiriye.
Berpirsê Fermandariya Parastina Jîngeha Barzan Hesen Halî gotiye, berê jî li wê deverê piling hatibûn dîtin lê ev cara yekem e ku ji nêzîk ve têne dîtin û vîdeo tê girtin.
Hesen Halî dibêje, ew dê ji bo parastinê cihê wî pilingî eşkere nekin û daye zanîn, wekî çawa jîngeh û ajalên din ên li herêmê têne parastin dê ji bo parastina wî pilingî jî her tiştî bikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Tenduristî
Japonya | Masiyekî 276 kîloyan bi 1,3 milyon dolaran hate firotin
05 rbn 2025
Tenduristî
Saziya Japonî Nihon Hidankyo hêjayî Xelata Nobela Astiyê ya 2024an hate dîtin
11 cot 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin