Japonya | Masiyekî 276 kîloyan bi 1,3 milyon dolaran hate firotin
05 rêbendan 2025 18:35
PeyamaKurd – Li Japonyayê di mezada sersalê de, masiyekî orkînoksê şîn ê 276 kîlo bû, bi 1,3 milyon dolaran hate firotin.
Hate ragihandin ku li hala masiyan a paytexta Japonya Tokyoyê, mezada kevneşopî ya sala nû hatiye kirin û di wê mezadê de masîyekî orkînoks ê şîn ku 276 kîlo bû, bi nirxê 1,3 milyon dolaran bo kesekî hatiye firotin.
Hate diyarkirin ku ew masî li eyaleta Aomorî ya Japonyayê hatiye girtin û di mezadê de bi 207 milyon yene ango 1,3 milyon dolarê Amerîkî hatiye firotin. Ew masî li Japonyayê ji sala 1999an ve masiyê bi bihayê herî zêde hatiye firotin e ku wê demê jî masiyekî 278 kîloyan bi 2,1 milyon dolaran mişterî ji xwe re dîtibû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Tenduristî
Karsazê Çînî berhema mûzê ya bi 6,2 milyon dolaran xwar!
29 mjd 2024
Tenduristî
Dadgeha Federal bi 58 milyon dolaran Google ceza kir
12 tbx 2022
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin