Dadgeha Federal bi 58 milyon dolaran Google ceza kir
12 tebax 2022 23:58
PeyamaKurd – Dadgeha Federal a Awustralyayê bi sedema ku agahiyên şexsî yên cihên mirovan diçin berhev dike, bi 58.4 milyon dolaran Google ceza kir.
Li gorî nûçeya Asia One, Saziya Reqabet û Kirdaran a Awustralyayê ragihandiye ku hatiye tespîtkirin, Google di navbera salên 2017-2018an de, agahiyên şexsî yên şûna mirovan diyar dikin, bi awayekî neyasayî dane mişteriyên xwe ku tê gotin, bandor li ser 1,3 milyon bikarhêneran kiriye.
Dadgeha Federal a Awustralyayê jî bi hinceta ku daneyên şûna mirovan ên şexsî kom kirine bi cezayê 58,4 milyon dolaran Google mehkûm kir û diyar kir, Googleyê li ser vê mijarê hin tedbîrên başkirinê wergirtine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Tenduristî
Japonya | Masiyekî 276 kîloyan bi 1,3 milyon dolaran hate firotin
05 rbn 2025
Tenduristî
Karsazê Çînî berhema mûzê ya bi 6,2 milyon dolaran xwar!
29 mjd 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin