Pezeskiyan: Êdî polêsên rewistê wê jinan aciz nekin

17 îlon 2024 16:34
Pezeskiyan: Êdî polêsên rewistê wê jinan aciz nekin

PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan got ku polêsên rewiştê ji ber şert û mercên pornixaftinê êdî wê jinan aciz nekin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) hefteya borî hişyarî dabû Tehranê ku li Îranê hîn jî jin, ji ber şertên sernixaftinê bi tundiyê têne cezakirin.

Pezeşkiyan di civîna xwe ya yekemîn a piştî serketina hilbijartina serokomariyê ya meha tîrmehê de, piştî ku rojnamegereke jin diyar kiribû ku ji bo xwe ji otomobêlên polêsên rewiştê dûr bixe, wê rêya xwe guhertiye Pezeşkiyan vê bersivê dabû: "Divê polêsên rewiştê dest nedin jinan. Ji bo polês jinan bêzar nekin ez ê rewşê ji nêz ve bişopînim."

Ev axaftina Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ku di 2yemîn salvegera kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya ku ji aliyê polêsên rewiştê yên Îranê ve hatibû kuştin hat û di gelek kanalên televîzyonê yên sereke yên Îranê de hate weşandin û li ser torên civakî berbelav bû.

Pezeşkyan beriya hilbijartinên serokkomariyê soz dabû ku ew ê li dijî pêkanînên dewriyeyên ku şert û mercên serpoşên jinan dişopînin raweste. Wî her weha gotibû ku ew ê hin kontrolên giran ên înternetê yên Îranê sivik bike.

Di civîna çapemeniyê ya yekem a Pezeşkiyan de destûr hate dayîn ku hin rojnamegerên jin, serpoşên xwe bi rehetî girêbidin û ev yek wek nîşaneya rakirina qanûnên tund ên cil û bergên jinan hate şîrovekirin..