Pêşnûmayasaya pêvajoya aştiyê di Komîsyona Dadê de hat pejirandin

08 tebax 2026 09:55

Pêşnûmayasaya çarçoveyê ya ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve di çaçroveya pêvajoya aştiyê de li Parlamentoya Tirkiyeyê di Komîsyona Dadê de hat pejirandin. Pêşnûma, ligel çekberdan û hilweşandina PKKê taloqkirina cezayên endamên PKKê dihewîne. Tê payîn ev pêşnûma ji bo ku bibe yasa sibê pêşkêşî bo dengdayîna parlamenteran di lijneya giştî de dê bê kirin.

Pêşnûmayasaya pêvajoya aştiyê di Komîsyona Dadê de hat pejirandin

RûpelNews - Pêşnûmayasaya li ser Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekîtiya Civakî, ku wekî 'qanûna çarçoveyê' tê zanîn, ji aliyê Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê ve hat pesendkirin.

Pêşnûmayasa çavdêriya pêvajoya bêçekkirin û hilweşandina PKKê, paşxistina hin lêpirsînên endamên PKKê û damezrandina saziyên nû dihewîne.

Li gorî pêşnûmeqanûnê, komîteyeke taybet bi serokatiya Cîgirê Serokomar wê were avakirin.

Komîte dê ji Wezîrên Dadê, Karên Derve, Karên Navxweyî û Parastina Neteweyî, her wiha ji Sekreterê Giştî yê Serokomarî, Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî û Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariya Neteweyî pêk were.

Hat ragihandin ku komîte dikare ji bo misogerkirina pêşveçûna pêvajoyê komîteyên jêrîn ava bike û dikare endaman ji bo van komîteyên jêrîn destnîşan bike. Pêşnûmayasa ji bo ku bibe yasa sibê di lijneya giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de bi beşdariya parlamenteran wê werin nîqaşkirin paşê bo dengdayîna parlamenteran dê bê pêşkêşkirin.

Li Parlamentoyê komîteyeke çavdêriyê dê bê damezrandin

Li gorî pêşnûmayasayê tê plankirin ku di nav Parlamentoya Tirkiyeyê de jî Komîteyeke Çavdêriyê dê bê damezrandin. Tê plankirin ku ev komîte bi karên têkildarî cîbicîkirina qanûnê û çavdêriya pêvajoyê were erkdarkirin.

Hin lêpirsîn heta 5 û 10 salan werin paşxistin

Pêşniyar bendên ji bo paşxistina lêpirsîn û dozgeriyên derbarê hin sûcên ku di çarçoveya çalakiya sûc a organîzekirî de hatine kirin, dihewîne.

Sûcê kuştinê yê ku di çarçoveya çalakiya sûc a organîzekirî de hatiye kirin, her weha sûcên ku berî 1ê Hezîrana 2005an hatine kirin û cezayê hepsa heta hetayê an jî hepsa heta hetayê ya giran dikişînin, dê ji çarçoveya van bendan bên derxistin.

Ji bo sûcên din, lêpirsîn û dozgeriyên derbarê sûcên ku cezayê girtîgehê yê 15 salan an kêmtir li xwe digirin dê ji bo 5 salan bên paşxistin, lê yên derbarê sûcên ku cezayê girtîgehê yê ji 15 salan zêdetir, girtîgeha heta hetayê an jî girtîgeha heta hetayê ya giran li xwe digirin dê ji bo 10 salan bên paşxistin.

Dema serlêdanê heta 6 mehan e

Kesên ku dixwazin ji bendên qanûnê sûd werbigirin, divê piştî weşandina biryara konseyê di rojnameya fermî de di nav 6 mehan de serlêdaneke nivîskî pêşkêşî Serdozgeriya Giştî ya herêma xwe an jî ji bo saziyên ku ji aliyê Konseya Ewlehiya Neteweyî ve hatine destnîşankirin, bikin.