Partiya Jinûve Refah li hemberî pêşnûmayasaya pêvajoya aştiyê bertek nişan da

04 tebax 2026 22:11

Suat Kılıç, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Jinûve Refah (Yeniden Refah Partisi), li dijî pêşniyara " pêşnûmayasaya pêvajoya aştiyê" ya ku di çarçoveya "pêvajoya çareseriyê" de derketiye holê, nerazîbûn nîşan da; wî diyar kir ku naveroka zagonê ji raya giştî tê veşartin û divê ew pêşkêşî referandumê were kirin.

Partiya Jinûve Refah li hemberî pêşnûmayasaya pêvajoya aştiyê bertek nişan da

RûpelNews - Kılıç, di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) de ku li Navenda Navçeya Kagıthane ya partiya wî hat lidarxistin, axivî û îdia kir ku parlamenterên partiya desthilatdar îmzeyê davêjin binê metnekê ku naveroka wê hêj nayê zanîn.

Kılıç got: "Ne raya giştî û ne jî parlamenter vê yekê dizanin. Lê DEM Partiyê dizane û Abdullah Ocalan jî dizane, lê em nizanin. Ne çarçoveya zagonê û ne jî zagona çarçoveyê hatiye diyarkirin. Lewma, ev çarçove û zagon, di rastiyê de dibin çarçoveyeke bêzagon."

Kılıç bal kişand ser wê yekê ku divê hem raya giştî û hem jî opozîsyon derbarê vê yasayê de bên agahdarkirin, û bang kir ku ev pêngav – mîna guhertinên destûra bingehîn were xistin referandumê û ji bo pesendkirina gel were pêşkêşkirin.